Civak
Li Hewlêrê Koşka Zêrîn vebû
Newzad Hadî waliyê Hewlêrê li bazara hevçerx ya Macîdî Mall ya rojhilatê Hewlêrê, bazarekî zêr û zîvelatan vekir.
Di merasîma vekirina bazara “Koşka Zêrîn” bo zêr û zîvelatan hejmarek berpirs, sermayedar û bazirgan amade bûn.
Çapemeniya parêzgeha Hewlêrê ji AKnewsê re wiha got, “Newzad Hadî di axaftinekê de kêfxweşiya xwe bi van pêşketinên îro yên herêma Kurdistanê nîşan da û bi nîşaneya vejyana rewşa siyasî û aborî ya herêmê da zanîn”.
Hadî wiha pê de çû, “Em hîvîdar in ku bazirgan û binzismanên Kurdistanê pêngavên din yên bi vî awayî bavêjin ku pitir rengê bi cîhanîbûnê û vekirin bi rûy cîhana nû li xwe bigre”.
Koşka Zêrîn, bazarekî havçerx e ku sermayedareke hundur dirust kiriye û tê de zêr, almas û kanzayên bi nirx tên firotin.