Dewleta Tirk tawanbar e
Dewleta Tirk tawanbar e
Li avahiya Instîtûta Kurdî li bajarê Kolnê îro, ango roja 24-04-2010 an niwênerên gelên ermenî, asûrî-suryanî û Kurd bi hev re panelek li dar xistin. Axaftvnên panelê, Parêzerê Hrant Dink, Erdal Dogan, niwênerê Federasyona Kurdên Êzdî Ali Saçik û ji çepên tirk Nazarat Vartanoglu bûn. Moderatorê Panelê jî Gunay Aslan bû. Organîzatorên Panelê Instîtûta kurdî li Elmanya, Meclîsa Aştiyê, Tuyad û çend rêxsitinên din yên çepên Tirkiye bûn.
Sala buhurî jî li heman salona Instîtûta Kurdî panelek girêdayê vê roja navdar û reş hatibû li dar xistin.
Beşdariya îsal zêde bû, cîh di salona Instîtûtê de nemabû. Nîqaşan, pirs û bersivan gelekî ji dem û katê hatibû destnîşankirin zêdetir girt.
Di dawiyê de biryara belavokeke encamê hate girtin û însiyatîvgîran bi hev re biryar dan ku sala bê û yên piştretir jî di heman rojê de heman jenosayd û qirkirinê bi hev re bibîrbînin û hevkarî û tevkariya di nav gelên bûne hedef ji qirkirinê re dewam bike û bi minasebetên corecor ev têkilî berdewam bêne xwurtirkirin.
Hêjayê gotinê ye ku îsal hejmara ermeniyên beşdar bi awayekî gelekî xwiya zêdetir bû ji sala buhurî.
Axaftvanan ji awirên dîrokî û aktûel pirsgirêkên qetlîama 24 nîsanê girtin dest û bibîranîn ku dewleta Tirk pêwiste bi rabirdû û derbasbûna xwe re rûberû bibe, dev ji siyaseta bincilkirin, veşartin û mandelekirina qetlîamê berde.
Tirkiye ku îro li hejmarek welatên cîhanê ev qetlîam hatiye pejirandin û ewçend welat jî di dorê de ne, êdî wateya înkarê nemaye.
Di destên cîhanê de bi dehan pirtûk, belge, fîlmên dokûmêntal, gotarên bi zimanên ermenî, kurdî û rûsî hene ku bêwijdanî û fesadîya tirkan îsbat dikin.
Piştî Qirkirina Ermeniyan, Îtthat Terakkîciyan hem di merheleya avakirina Komara Tirkiyeyê de û hem jî piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû de, Siyaseta Qirkirina Kurdan domandin.
Dewleta Tirk, kurd perçe perçe û bi rêzezincîrek metod kuştin, koçberkirin. Hin caran li Dêrsim û Geliyê Zîlan, hin caran bi destê General Abdullah Alpdogan, hin caran li Besta Qesaban, gelek caran bi riya bikaranîna çekên Kîmyewî li çiyê û salên dawî jî bi destên Evren, Çiler, Demirel, Agar û îro jî bi destên Erdogan.
Piştî pirs û bersivan panel bidawî bû.
Instîtûta Kurdî li Elmanya & EuroKurd News