Vekolereka zankoyê a Norvêjî li Tirkîye tê desteserkirin
Karîne Westirheim vekolera Zankoya Bergin, di rêda bu konferanseka jinan bo Tirkî tê girtin û rawestandin ji aliyê polîsên Tirkî ve li Firokxaneya Stenbulê êvariya roja şembî (duhî). Piştî morkirin û kontrolkirina pasborta wê alarim lêdide û polîs lê dicivin û wê digirin.
– Ez nuha li jûreka biçûk da me, ku derî li ser min daxistiye û li jêr çavdêriyê di gel dû jinên genc, Westirheim ji bo BA. No
Westirheim hatiye agehdarkirin, ku polîsa nsxwazin wê li Tirkiyê bibînin, dîsa ew dê bê vegerandin û dûrxistin ji Tirkî îvro roja êk şembî.
Egerê desteserkirina Westirheim ew e ku ew kar dike ji bo bidestive anîna mafê kurdan da dike.
. Ew dibêjin ku ez piştevanî û harîkariya cudaxwaziyê dikim, lewma jî hatina min bo Tirkiyê qedexekiriye, û çi car neşêm biçim ve wêrê.
Westirheim seroka EU Turkey Civic Commission e, rêkixiraweke ku hatiye danan ji bo çavdêriya dan û standina endametiyê dinavbera Tirkiyê û EU de.
Bo westirheim ê gelek nexweşe ku neşê biçe ve vî welatî.
Heyif, ez gelek cara hatîme deverên kurdan û min pirojekê lêkolînê yê heyî ku kar têda dikim. Bi piştevaniya zankoyê, merem ewe ku piştî konferansê jinan bi çend rojan kar d ivî pirojey da bikim.
Piroje li ser genican û dîtina wan bo delîvên xwandinê, niha lihev hatina Westirheim digel rêkixiraweka mamostayên deverê û komeka genican hat rawestandin.
Li gor rêkixirawa”Raftostiftelsen” Karîne Westirheim xebatek mezin kiriye ji bo çareserkirina doza kurdî, gelek kar kiriye ji bo diyalog û çareseriyeka aştiyane. Girtina wê ji aliyê polîsan ve, nîşana hindê dide ku hêjî gelek maye desthelata Tirkiyê rêzigirtinê li mafên mirovan bigre.
Sozan Şerefanî/ Norwêj
Çavkanî: Bergen Avisen