panela “Îtîhadî-Îslam û Saîdê Kurdî“
Platfotma Dîcle-Firat Li Diyarbekir panelek bi navê “Îtîhadî-Îslam û Saîdê Kurdî“ pêkanîn. Di vê panelê de kesayetên wek Altan Tan, Mele Silêman Kurşun, M.Sıddık Şeyhanzade û Muhammed Kaynun wek panelîst amade bûn.
Di vê panelê de behsa rastiya di navbera kurd û îslamê de hate kirin.
Mele Silêman, di civînê de axftina xwe bi kurdî kir. M. Silêman di axaftina xwe de got: “ Hz. Mihemed (SAV) ji aliyê hinek kesan ve li dijî Kurdan tê karanîn. Evy ek ne raste û helwestên bi vî awayîdijê islamêye û dijê mafên mirovane jî. Herweha ev li îslamê heqarete. Gotina Kurd û Kurdistanê ne li dijî Îslamê ye,herweha daxwaziya û pêkanîna mafê çarenûsî û xwestina azadî û serxwebûna mafê Kurdan jî ne li dijê Îslamê ye“
Mela Silêman berdawembûna axaftina xwe de bangî serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul û bangê serokwezîr Erdogan jî kir û got: “ Xalê me Melle Silêman Kûrşûn, bang li Serokkomar Abdullah Gul û Serokwezîr Erdogan jî kir û got:“Vêca serê xwe bilind bikin û rastiyê bibînin. Pirsa kurd pirsa azadiyê ye. Divê kurd jî wek Tirlkan, Ereban û Farisan xwedî mafên xwe bin.
Mele Silêman û panelîstên din jî gelek dîtinên ji bo kurdan nûjen anîn zman û behsa mefên kurdan û îslamiyetê kirin. Civîn bi serkeftî derbas bû.