Polîtîk

Konsulusê Yunan serdana Duhokê kir

Duhok – Konsûlê giştîyêYûnanistanê li Hewlêrê li gel şandeyeka sermayedar û bazirganên Yûnanistanê serdana bajarê Duhokê kir.

Evê şandeya han serdana parêzgeha Duhokê û odeya bazirganî ya Duhokê kirin û li gel rêvebirên çend fermangehan kom bûn, da ku li ser peydakirina derfetên karê investkarîyê bi hevdu re guft û go bikin.
 
Di derbarê vê serdanê de konsûlê giştîyê Yûnanistanê yê li Hewlêrê Nîkolas Yukas teybetî ji PNA re ragihand, ku her di destpêka karê xwe de min hêvî dikir, ku em karekî konkrêtî li Herêma Kurdistanê encam bidin û her ji ber vê yekê jî, me çend şandeyên sermayedaran û bazirganên Yûnanistanî ber bi Herêma Kurdistanê ve anîn.

Back to top button