Hewlêr – Piştî ku weha hat belavkirin, ku teqînek li bajêrê Hewlêrê çê bûye, jêderekî asayişa Hewlêrê da xuyakirin, ku ti teqîn li bajêrê Hewlêrê çê nebûye.
Evî jêderê asayişa Hewlêrê ji PNA re da xuyakirin, ku ti teqîn li bajêrê Hewlêrê çê nebûye û ev bajêr hêmin û aram e.
Evî jêderê asayişa Hewlêrê da xuyakirin, ku ew teqîna çê bû gelek biçûk bû û li garajeka pişt xwaringeha Ebû Şihab a li ser 60 metrî çê bû û ti ziyan jî jê çê nebûn.
Evî jêderê asayişê da nîşandan, ku nabe ev bûyera biçûk weha bihê mezinkirin û wek bûyereka teqînê bihê nasandin.
Pêdivêyî zanînê ye, ku îro hat belavkirin, ku doh bi şevê teqînek li nêzîkî xwaringeha EbûŞihab çê bûye.
Ev teqîn ne karekî terorîtî bûye lê ew li kargehekê çêbûye dema hindek karkera dixwestin gulle topekê bibrîn di destê wan de teqîyaye û 5 karker ( 3 hindî 2 ereb ) kuştine û 9 kes jî birîndar kirine û bûyer ji di seat 7.30 subê de çêbûye.\nSilav û rêz