Polîtîk

Turk: Em bi MHP û CHPê re di heman xetê de ne

Hewlêr, 26 Nîsan (AKnews) – Serokê Giştiyê berê yê DTP’ya girtî Ahmet Türk got, derbarê guhertina Destûra Bingehîn de bi CHP û MHP’yê re di heman xetê de xuyakirin wan jî nerehet dike.

Ahmet Türk bi kovara Aksiyonê re axivî û derbarê pakêta Destûra Bingehîn ku li Parlamentoya Tirkiyeyê de tê nîqaşkirin û referandûmê de daxuyaniyên balkêş dan. Di hevpeyvînê de Türk wiha bersiv da:

“Em dixwazin ku Destûra Bingehîn ji binî ve bête guhertin. Bi piştgirî nedana vê guhertinê em bi MHP û CHP’ê re di heman xetê de dimînin. Lê ji vê yekê em jî nerehet in. Em jî hesaba, dema dengdanê de bi CHP û MHP’yê re di heman helwestê de mayînê dikin. Ji ber ku di warê aştî û demokrasiyê de gavên girîng nehatine avêtin em di vê xetê de ne. Lê em tengezariya vê helwestê dikêşin û em nikarin ji gelê xwe re jî vebêjin.”

Türk li ser pirsa “Pakêta Destûra Bingehînê bi îhtîmaleke mezin dê biçe referandûmê. Gelo ji referandûmê encameke çawa wê derkeve?” jî got, “Dema ku BDP’yê piştgiriyê bide, li herêmê ji sedî 95 dengên erêkirina derkevin.”

ym AKnews

Back to top button