Serokwezîr pêşwazî li balyozê Amerika li Iraqê kir

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Amerîka Rob Waller li Hewlêrê amade bû, behsa rewşa Iraqê û geşkirina bêtir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hat kirin.

Serokwezîr Mesrû Barzanî da xuyakirin, şanazî ye ku serokê nû û rêveberiya nû ya Amerîka agahdarî rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê ne û amade ne kar û hevkariyê bikin, da ku pêwendiyên me yên bi Amerîka re di hemû waran de xurttir bibin. 

Riya danûstendinên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, hilbijartinên bê yên Iraqê, giringiya berdewambûna hevkariyê ji bo rûbirûbûna gefên terorê û bandor û arîşeyên aborî û siyasî beşeke din a vê kombûnê bûn.

Nerîna min :