PKK jî, siyaseta Dewleta Kemalîst ya tunekirina kurdan dimeşîne.

Rastiyek jî heye ku piştî ku serhildanên neteweyî yên Kurdistanê hatin şikandin, li Kurdistanê heta salên 60-70yî deng hat birîn. Derfet û cesarete kurdan nebû ku rêxistinekê ava bikin

Îbrahîm GUÇLU

Kemalîstan piştî ku dewleta xwe ava kirin stratejiyeke xeter û nîjadperest di derbarê neteweya kurd de pejirandin. Ev stratejî jî, tunekirin û ji holêrakirina neteweya kurd bû. Ev siyaseta Kemalîstan hîn jî dom dike. Lê dema ku Kemalîstan dîtin ku karên û xirabiyan wan têre nake ji bona xwe stratejiyeke din pejirandin. Ew jî avakirina PKKê bû. Kemalîstan him bi destên xwe û him jî bi destên PKKê tunekirina neteweya kurd meşandin û hîn jî dimeşînin.

Ji bona ku rol û xirabiya PKKê diyar bikim, divê beriya wê Kemalîstan çi kirin û dikin, ez vê yekê diyar bikim. Pişt re jî karên PKKê  û karên Kemalîstan bidim ber hev û miqayese bikim, wê demê bibînin ku çewa Dewleta Kemalîst û PKKê di navharmoniyekê de ne bi hev re planeke hevbeş û qirej meşandin û dimeşînin.

DEWLETA KEMALÎSTAN ÇI KİR Û ÇI DİKE?

Neteweya kurd di dema Împeratoriya Osmanî de xwediyê statuyeke oronomî ya sînorkirî bû. Navenda împeratoriyê bi kurdan ve xwediyê pirsgirêkeke mezin nebû. Pirsgirêkeke împeratoriyê tune bû ku kurdan wek netewe tune qebûl bike. Kurdan bi her hebûn û hêjayiyên xwe jiyana xwe dimeşandin. Çand û zimanê xwe pêş dixistin. Kurd, li Kurdistanê bi awayekî  desthilatdar û rêvebir bûn.

Kemalîst li hemberî împeratoriyê bûn alternatîf. Dixwestin ku desthilatdarî bigrin destê xwe û dewleta xwe ava bikin.

Ji bona vê jî hewcedarî piştgiriya wan kurdan hebû. Loma jî Atatirk bi kurdan re ket nav danûstandinekê. Xwest ku piştgiriya wan qezenç bike. Lewra ji bona serkeftina Atatirk û hevalên wan piştgiriya kurdan gelek girîng bû. Atatirk ev girîngiya  bi xwe jî diyar kiribû.

Atatirk û hevalên wî ji bona ku piştgiriya kurdan qezenç bike, diviya bû ku ji dema Osmaniyan zêdetir daxwaza kurdan bersîv bikirna. Atatirk û hevalên wî, dema ku hewcedariya wan bi kurdan hebû wusa jî kirin. Ji bona kurdan otonmiyeke fireh û Kurdistaneke xweser di çerçoweke federalî de pêşniyar kirin.

Her çiqas beşekî mezin pêşengên kurdan dizanîn ku Atatirk û hevalên wan di nav xapandinekê de ne jî, lê nikarîn pêşiya beşekî kurdan bigrin. Lê beşa ku bi Atatirk û hevalên wan ne xwediyê bawer bûn, ketin nav hewildaneke din. Loma jî di sala 1919an de li Koçgiriyê serhiladana milî ya neteweya kurd dest pê kir. Hezar mixabin ew serhildana bi qetlîam Kemalîstan encam da.

Di encamê de Atatirk û hevalên wan bûn xwediyê dewletê. Gor berjewendiya dewleta xwe siyaset û stratejî meşandin. Stratejiya wan ya yekemîn ew bû ku xwe xûrt bikin. Ew bi serkeftî kirin. Pişt re jî sîstema xwe ya faşîst û kolonyalîst ava kirin.

Atatirk û hevalên wan dema ku bi her awayî di dewletê de desthilatdar bûn, hebûna neteweya kurd înkar kirin. Gotin ku “kurd Tirk in.” Hemû hêjayiyên milî yên kurd qedexe kirin. Li hemberî neteweya kurd û li Kurdistanê zulmeke mezin dest pê kir.

Ji bona tunekirina neteweya kurd siyaseteke domdar hat pejirandin.

Hemû nivîskar û akademîsyanan ji bona ev nêrîna derevîn û nîjadperest nazariyet çê kirin.

Pêşengên kurdan li hemberî ev siyaseta dewleta Kemalîst bêdeng neman. Ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê dest bi xebatê kirin. Li hemberî dewletê bes riya serhildanan meşandin. Serhildanên neteweyî yên neteweya kurd di sala 1925an de dest pê kir û heta 1938an domand. Hezar mixabin hemû serhildanên neteweyî yên neteweya kurd bi qetlîmana hatin şikandin.

Kemalîst hatin wê nêrînê ku pirsa kurd ji holê rakirin. Loma jî gotin ku me Kurdistan xistiye mezel.

Ji tevgerên neteweyî yên Kurdistanê re şêxan, mîran, axayan, serok eşîran, meleyên medereseyan serokatî kiribûn. Kemalîstan, neteweya kurd bi tevayî dijmin îlan kirin. Lê bi taybetî jî ew karbidest û pêşengên Kurdistanê dijmin îlan kirin. Li hemberî wan siyaseta hişk meşandin. Ji bona ku wan bêrûmet bikin her fikrek pêşve ajotin û qedexe xistin rojevê û qanûnên faşîst û nîjadperest û kolonyalîst derxistin.

Di vê qonaxê de sîstem û pergelek xûrt ya Tirkirina kurdan û asîmîlasyon neşandin. Nifşa nû bi awayekî ji hêjayiyên neteweyî û zimanê kurd dur xistin.

Rastiyek jî heye ku piştî ku serhildanên neteweyî yên Kurdistanê hatin şikandin, li Kurdistanê heta salên 60-70yî deng hat birîn. Derfet û cesarete kurdan nebû ku rêxistinekê ava bikin. Lewra her tiştekî kurdan qedexe bû. Rêxistinên kurdan gelek xeter dihatin qebûl kirin. Kurdan nikarî mafên xwe yên neteweyî û civakî û demokratîk daxwaz bikin. Pêşengên civakî yên kurdan jî dest ji serokatiya civakî bi wateya neteweyî berdan û serê xwe tewandin.

Lê dîsa jî dewleta Tirk ji wan ditirsiya. Loma jî di derbarê wan de rapor amade dikirin û di derbarê wan de sîstema sixûrî xistibûn qada civakê.

Di dema Doza DDKOyê de raporeke balkêş û gelek xeter derket holê. Ew rapora, ji aliyê dewletê de di derbarê şêx, mîr, axa, serok eşiran de hatibû amade kirin. Di raporê navê hemû ew kesên pêşeng hatibûn nivîsandin. Ew pêşengan xwediyê çen çekdaran in, xwediye çiqas şervan û dewlemendî ne, xwediyê çiqas heywanan in, di raporê de hatibûn diyar kirin. Di raporê xala balkêştir ew bû: Ew pêşengên Kurdistanê bi tevbayî ji bona Dewletê xeter hatibûn diyar kirin. Ew hemû wek potansiyelên serhildarên neteweyî dihatin qebûl kirin. Gor şaxsiyeta wan jî hatibûn rêzkirin ku kîngê dê midaxeleya wan bibe.

Dewletê piştî salên 65-70yî dema dît ku bi girtin û bi hepiskirin û kûştinê nikare kurdan tune bike, stratejiya xwe guhert. Biryar da ku li ser navê kurdan projeyekê û rêxistinekê ava bike. Bi wê rêxistinê tunekirina neteweya kurd dualî bimeşîne. Di encamê de PKKê ji bona vê armancê û girêdayî stratejiya nû wek rêxistineke operasyonal ava kir.

PKK-Ê ÇI KIR Û ÇI DIKE?

PKKê roja ku ava bû, gorî stratejiya Dewleta Tirk tevgeriya.

1-Di destpêkê de bi radîqalî Dewleta Serbixwe û Yekgirtî ya Kurdistanê parast.(Wek Kemalîstan).  Ew kes û rêxistinên Dewleta Kurdistanê daxwaz nakin,federasyon jî diparêzin û şerê çekdarî naparêz in,  dijmin îlan kir. Bi vê stratejiyê ciwanên Kurdistanê li derûdora xwe civand.  Pişt re jî li dijî Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê derket. Heta li dijî otonomî û federalî jı derket. Ji bona dewletê dagirker û kolonyalîst ciwanên Kurdistanê da şer kirin. Ev şera bi Bakurê Kurdistanê sînor nebû, nûha wî şerî li hemberî kurdan li Rojavayê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê û li Rojhelatê Kurdistanê jî didomîne.

2- PKK-ê hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê dijmin îlan kir. Di esil de wek dewletê rêxistinbûna neteweya kurd qedexe kir. Li hemberî rêxistin û partiyên Kurdistanê şer îlan kir. Bi hezaran kurdperwer kûştin. Di nav xwe de jî ew kesên kurdperwer kûştin. Lewra ew kesên di nav xwe de û kurdperwer bûn jî, ji bona dewleta dagirker xeter qebûl dikir.

Di encamê de li Bakurê Kurdistanê bi dewletê ve rêxistin û partiyên Kurdistanê tasfiye kir.

Li Rojavayê Kurdistanê, ji salê 1979an de dest pê kir rêxistin û partiuyên Rojavayê Kurdistanê tasfiye bike. Nûha li Rojavayê Kurdistanê naxwaze ku tu rêxistin û partiyên Kurdistanê xebata xwe ya neteweyî bimeşine. Ji bona wan rêxistin û partiyan tasfiye bike, xebata xwe pêştir biriye. Berpirsiyar û endamên partiyan hepis dike û dikûje.

Li Başûrê Kurdistanê ji bona ku rêxistin û partiyan tasfiye bike, destwerdanê dike. Hemû rêxistin û partiyan ne rewa îlan dike. Serok û berpirsiyarên rêxistin û partiyan dixwaze bêrûmet bike.

Bi taybetî jî dixwaze ku li Başûrê Kurdistanê  PDKê tasfiye bike. Lewra dema ku PDKê tasfiye bike, ku ew rêxistineke dîrokî, arîstokrat, civakî û xûrt e; dikare rêxistin û partiyên din hîn bi hêsanî tasfiye bike.

Wê demê jî neteweya kurd li wir jî bê pêşeng û bêseî dimîne. Ji dewleta kolonyalîst re xizmeta PKKê hêsantir dibe.

Li Rojhelata Kurdistanê jî rêxistin (PJAK) ava kiriye ku rêxistin û partiyên Rojhelata Kurdistanê tasfiye bike.

Dewletaên kolonyalîst jî li hemû beşan dixwazin neteweya kurd bê rêxistin be, an jî di bin kontrola wan de be.

3-Dewletên dagirker û kolonyalîst bi destê PKKê jenosîdeke kurdan ya domdar dimeşîne. Bi destên PKKê bi hêsanî kurdan dide kûştin. Heta nûha bi deh hezaran kurd bi destê PKKê hatine kûştin.

4- PKKê, ji despêkê de di sala 1978-79an de wek dewleta Tirk û Kemalîstan li hemberî, şêx, mîr, axa, serok eşîran şerekî fizikî îlan kir. Ji siyaseta çep ya li Bakûrê Kurdistanê ku li dijî feodalîzmê jî bi ûstîsmar ki, gelekên wan da kûştin. Ew siyaseta Dewleta Tirk ya qedim bû.

Pêşengên li Bakurê Kurdistanê mabûn, ew jî bi destê PKKê hatin bêdeng kirin.

PKKê ji aliyê din de li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li hemberî pêşeng û karbidestên Kurdistanê şer dimeşîne. Ew jî dizane ku Tevgera Başûrê Kurdistanê tevgerek arîstokrat e. Loma jî ji bona ku Tevgera Barzaniyan û serok Barzanî û kadroyên û rewşenbîrên malbetê tasfiye bibe şer dike.

5-Dewleta Tirk bi riya PKKê li dijî ziman, çand, dîrok, Ala Kurdistanê, axa Kurdistanê dijminitiyeke xûrt meşand. PKKê li her derê Ala Kurdistanê daxist jêr û çirand û dijitiyeke xûrt li hemberî Ala Kurdistanê meşand.

6-Dewletên kolonyalîst bi destê PKKê li dijî Herêma Azad a Kurdistanê û  Dewleta Federe ya Kurdistanê şer domand. Ocalan, Herêma Azad ya Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê dema yek alî hat îlan kirin. Got ku “Emerîka û YEyê dixwazin dewleta 2emîn a Îsraîlê ava bikin. İzin bidin em biçin pêşiya dewletbûna kurdan bigrin.”

Wê demê dewletên kolonyalîst ji Emerîkayê û ji tîfaqkarên wê ditirsiyan ku midaxleyî û êrîşî Kurdistanê bike.

Lê PKK bi piştgiriya Dewletên Kolonyalîst êrîşî PDK, YNK, Hikûmeta kUrdistanê kir. Bi hezaran pêşmergê kûşt.

PKK, piştî ku Dewleta Federe ya Iraqê ava bû, Dewleta Federe ya Kurdistanê rewa qebûl nekir, li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê şer îlan kir.

Dema ku ji bona Kurdistana serbixwe referandum hat li darxistin li dijî serxwebûn û referandûma Kurdistanê derket.

PKKê di îşgala Kerkukê de bû alîkarê dewletên kolonyalîst.

Di van demên dawî de gelek aşkere dibêje ku em ji bona xirabkirin û têkçûna Dewleta Federe ya Kurdistanê şer dikin û xebat dikin.

Gelo PKK heger partiyeke kurdan be, dê çima li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê, ew mala 50 mîlyon kurd e, be. Dê bi piştgiriya dewletên kolonyalîst li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê şer bike, bibe sedem ku bi hezaran pêşmerge û ciwanên Kurdistanê bên kûştin?

Dîsa li Rojavayê Kurdistanê PKK bû sedem ku gelek herêmên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk de bê îşgal kirin. Ciwanên kurd kirin leşkerên bi pereyan.

Dema ku kirinên Dewleta Kemalîst li hemberî kurdan û yên PKK bên berhev û bên miqayesekirin, dê gelek aşkere diyar bibe ku PKKê stratejiya Dewleta Kemalîstan li hemberî kurdan dimeşîne. Siyaseta Dewleta Iraqê û Sûriyeyê û Iranê li hemberî kurdan dimeşîne.  

Ev siyaset jî tunekirina neteweya kurd e.

Diyarbekîr, 29. 01. 2021 

Nerîna min :