PolîtîkRojev

Serokê Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Yunanîstanê kir

Roja 28.01.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Leonidas Contovounesios Balyozê Yunanîstanê ya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Efthymios Costopoulos Konsolê Giştî yê Yunanîstanê li Hewlêrê amade bû, Serok Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta dawî hatina erkê wî ya li Hewlêrê, spasî birêz Konsolê Giştî yê Yunanîstanê kir û hêviya serkeftinê li erk û karê wî yê nû da xwest. Her wiha hewlên ji bo pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Yunanîstanê cihê pêzanîn û rêzgirtinê da zanîn.

Birêz Balyozê Yunanîstanê spasî Serok Nêçîrvan Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo piştgîrî û hevkariya wan ya li kar û çalakiyên Konsolxaneya Giştî ya welatê wan li Hewlêrê û hêvî xwest li paşerojeke nêzîk da tevahiya wan çalakiyên ji ber belavbûna virusa Korona û pejika Kovîd-19 ve kêmtir bibûn, wekî berê bêne çalak kirin û hengavên baştir li pêşxistina peywendiyên wan ya li gel Herêma Kurdistanê bînin.

Li beşeke dinê hevdîtinê de peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera wan, metirsiyên terorê û karên terorîstiyên Da’îş, hilbijartinên paşarojê ya Iraqê û çend pirseke ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn hate nirxandin.

Back to top button