PolîtîkRojev

Efsaneya DAIŞê li ser destê qehremanên gelê Kurd hat şikandin

Serok Barzanî di derbarê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijê DAÎŞê de daxûyaniyek ragihand. Barzanî dibêje: Efsaneya DAIŞê li ser destê kurên qehreman ên gelê Kurd hat şikandin.Ti kes û aliyek nikare vê rastiyê nebîne û veşêre.

Peyama Serok Barzanî :

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Ev demek e di hinek navendên ragihandin û siyasî de behsa şerê DAIŞê tê kirin. Li vir rastiyek heye ku nabe çavpoşî lê bêkirin, DAIŞ diyardeyeke ku dijminê hemû mirovayetiyê ye û şerkirina li hember DAIŞê şerekî hêsan nîne ji ber ku bereyeke berfireh û hemû aliyan e û hemû aliyek jî bi tenê nikarin DAIŞê têk bibin. Ji bo nehiştina DAIŞê hemahengî û karê hevbeşiya hemû aliyek û civaka navdewletî pêwîst e.

Di şerê DAIŞê de me spasiya hevpeymanan û Amerîkayê kir ku alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine. Me spasiya hemû aliyên ku beşdarî di şerê DAIŞê de kirine û alîkariya Pêşmergeyan kirine, kir. Lê belê divê her kes bizanibe ku ewê li ser erdê bi xwîn bi qurbaniyên xwe Kurdistan ji gefên DAIŞê parast, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn. Ti kes û alî nikare vê rastiyê veşêre ku efsaneya DAIŞê li ser destê kurên qehreman ên gelê Kurd hat şikandin.

Mesûd Barzanî

27.01.2021

Back to top button