Cîhan

Serokwezîr: Li dijî terorê em piştevaniyê li gelê Fransa dikin

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de êrişa ser kovara Charlie Hebdo li paytexta Fransa Parîsê şermezar kir.

3 çekdaran bi çekên Reşaş êrişî avahiya wê rojnameyê kirin û gule berdan rojnamevan û karmendên di nava avahiyê de.

Polîsê Fransa derbarê bûyerê de eşkere kir ku di encama êrişê de 12 kes hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne, ku 10 ji kuştiyan rojnamevan bûn û 2 jî polîs bûn.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Êrişa îro li ser kovara Charlie Hebdo li paytexta Fransa Parîsê karekî terorîstî ye, ku ti hêncetek jê re nîne û em bi tundî şermezar dikin.

Ez bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbat û nasên qurbaniyan dikim.

Li dijî terorê bi hemû awayekî em piştevaniyê li gelê Fransa dikin, wek çawa Fransa di şerê li dijî terorê de piştgîriya gelê Kurdistanê dike.

Back to top button