Serokwezir di civîna navdeleti ya Dubaî de
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî Komcivîna Hikûmî ya navdewletî li Dubayê kir.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdariya Komcivîna Hikûmî ya navdewletî ya Dubai kir û li gel her yek ji Sekerterê giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki Moon, Cîgirê Serokê Dubay Şêx Mihembed bin Alraşêd Almektûm, Serokwezîr û Hakim Dubai, Cîgirê Fermandarê hêzên leşkerî yên Emaratê û nunerên zêdetir ji 90 welatên cîhanî amadeye merasima destpêkirina Komcivîna Hikûmî ya Dubayê bû.
Serokwezîrê Kurdistanê bi vexwendeke fermî ya Serokwezîrê Dubayê ligel şandeke Hikûmeta Kurdistanê duhî êwarê serdana vê welatî kir.
Li gor Ajansa Xelîc Times ev lutkeya han sê roja berdewam dibe û tê da çendîn gotin û waneyên şîrovekarî û birêveberî li danîna paşeroja welatan têne encam dan.
Her di vê mijarê de û di raporta wê ajansê de hatiye ku 4000 beşdarbû ji 93ê welatên cîhanê di vê lutkeyê de beşdar in, ku di nav wan de serokê welat, serokwezîr, cêgirê, wezîr, dîplomatkar û nûnerên rêkxistinên navdewletî jî beşdar in.
Lutkeya welatan li Dubey lutkek cihanî ye, ji bo dan û standina baştirîn ezmûnên ximetguzariyên welatan tê lidarxistin û her wisa armanca wê danîna paşeroja welatan e.
Duh êvara yekşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke pê re bi vexwendeke fermî ya dewleta Îmaratên Yegirtî yên Erebî gihîşt Mîrnişîna Dubeyê û wê li wir beşdariyê kombûna lutka hikûmîda bikin, ku sekretêrê Giştî yê Neteweyên yekbûyî Ban Ki-Moon û jimarek ji şareza û berprsên dezgehên cîhanî têda beşdariyê dikin.
Şanda Herêma Kurdistanê jî di civînê de beşdar bûye ku ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî, Wezîrê Darayî Rêbaz Heman, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û Sekreterê Encumena Wezîran Amanc Rehîm pêk hatiye. Komcivîn dê 3 rojan bidome.