Serokwezîr daxwazekê ji welatiyan dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber bilindbûna hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê û serîhildana nifşê nû yê vê vîrusê, peyamek arasteyî welatiyên Kudistanê kir û daxwaz kir ku xwe ji vîrusê biparêzin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê car din zêde dibe. Divê em hemû bi hev re bixebitin, da ku em rûbirûyî nifşê nû yê vîrusê bibin.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kiriye: “Xwe û hezkiriyên xwe biparêzin, ez tika dikim; maskan bi kar bînin û rênimayên tendirustiyê pêk bînin.”

Çend roj in, bi awayekî berçav amarên pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê bilind bûne û îro Wezareta Tendirustiyê ragihand; 512 kes bi vîrusa Koronayê ketine.

Li Herêma Kurdistanê, ji destpêka derketina vîrusa Koronayê heta îro, li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, 3 hezar û 579 kesan jiyana xwe ji dest dane û 114 hezar û 510 kes bi vîrusê ketine.

Nerîna min :