PolîtîkRojev

Girtina partîyan û astengkirina damezrandina partîyên nû rê li ber çareserîya pirsgirêkan digire

Serdozgerê Mehkemeya Bilind ya Dewleta Tirkîyeyê di roja 17.03.2021ê de di Mehkemeya Qanûna Bingehîn de,  di heqê HDPyê(Partîya Demokratîk  a Gelan) de doza girtinê vekir.

Serdozger  îdîa dike ku  ‘HDP berdewamîya PKK-KCK ya ku rêxistina çekdar a terorê ye û ji bo yekpareyî axa Tirkîyeyê, ji bo bawerî û aramîya civatê, divê bi girtin’.

Herçiqas  Serdozger sebebê daxwaza girtina HDPyê weke van gotinên li jore nîşan dide jî, di eslê xwe de aşkere ye ku sebebê vê  hewla girtinê ne hiqûqî ye, lê hewleka sîyasî ye.

Weke tê zanîn, di sala 2019an de, ji ber ku di navê wan de ‘Kurdistan’  heye , di heqê PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan) , PDKT(Partîya Demokrat a Kurdistan a Tirkîyeyê), KKP(Partîya Komunîst a Kurdistanê) de jî cuda cuda doza girtinê hatibû vekirin. 

Doza girtinê ya di heqê PAKê û 3 partîyên din de hatîye vekirin berdewam dike.

Dewleta Tirkîyeyê ji alîyekî ve di heqê partîyan de doza girtinê vedike, ji alîyê din ve jî nahêle partîyên nû  yên wek PDK-Bakur, PIA û PDK weke yasayî  bêne damezrandin. 

Doza girtinê ya di heqê HDPyê hatîye vekirin , binpêkirina mafê azadîya fikrî, azadîya xwe îfade kirinê û ya xebata rêxistinî ye. PAK a ku di heqê wê de doza girtinê hatîye vekirin, helbete ku  van helwest û hewlên Dewleta Tirkîyeyê, hewlên Serdozgerê Mehkemeya Bilind, yên di heqê girtina HDPyê de jî wek gavên ku nayê qebûl kirin dinirxîne.

Rûpelên  dîroka Dewleta Tirkîyeyê bi girtina gelek partîyan ve dagirtîye. Lê çawa ku heta îro girtina partîyan , rêlibergirtina damezrandina partîyan tu pirs û pirsgirêk çareser nekiribe, ji îro pê de jî dê tu pirs û prisgirêkan çareser neke. Ewên ku dixwazin partîyên yasayî, sîyasî bigirin, gelo dixwazin berê Kurdan ji rê û rêbaz û amûrên sivîl, sîyasî, demokratîk dûr bixin û berê wan bide şer û tûnd û tûjîyê?

Em bi zelalî dixwazin beyan bikin ku bi tu awayî emê nekevin vê kemîna van xêrnexwazan. Emê bi biryardarî ji şer re, ji her cûre rê û amûrên şer çekdarî û tûnd û tûjîyê re bêjin ‘na’. Girtina partîyan ne rêya çêker û avakar e. Destpêka çareserîyê   qebûl kirina hebûna miletê Kurd û mafen wê yên esasî yên neteweyî, demokratîk e. Ev jî  bi hişmendîya wekhevîyê, bi rêyên aştîyane, sîyasî, bi dîyalogê mimkun e. Herweha  avêtina gavên ji bo azadî, demokrasî, edalet û wekhevîyê  yên li Tirkîyeyê dikare rêya çareserîyê xurt bike.

Em bangî hemû rayedarên Dewleta Tirkîyeyê, partîyên sîyasî  û  Dadgeha Qanûna Bingehîn dikin da ku li gorî hiqûqa navneteweyî û biryarên  Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û li gorî Medyea 90emîn a Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê tevbigerin.Em bi taybetî bangî Wezareta Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku dest ji van kiryar û helwesten keyfî berdin û li gorî Qanûna Bingehîn û Qanûna Partîyan tevbigerin.

Nabe ku partîyên sîyasî ji ber fikir û bername û xebatên xwe yên sîyasî bêne girtin, ev nayê qebûl kirin.

19.03.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button