Li gora daxûyaniya wezareta Pêşmerge, di rewrismekî de serokerkanê pêşmerge yê nû Îsa Ezîz di dewsa Cemal Mihemed de dest kar kir.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat diyarkirin ku bi amadebûna Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Birîkarê Wezaretê Serbest Lezgîn, Fermandarê Yekeya 80 Necat Elî, Fermndarê Fermandariya Hêzên Piştevaniyê ya Yek Şêx Sîhad Barzanî, Fermandarê Fermandariya Hêzêm Piştevaniyê ya Du Merîwan Mihemed Emîn û hejmarek rayedarên din ên ewlehî û serbazî, merasîma destbikarkirina Serokerkanê nû yê Pêşmerge birêve çû.
Di merasîmê de ku Îsa Ezîz li şûna Cemal Mihemed dest bi kar kir, Wezîrê Pêşmerge guherîna li Wezareta Pêşmerge weke bingeheke girîng a çaksaziya serbazî bi nav kir û spasiya rola Cemal Mihemed û Cebar Yawer kir, demek e di peywirên xwe de xizmeta hêzên Pêşmerge kirine û bi dilsozî û bi dil û can karê xwe kirine.
Di dawiya merasîmê de Wezîrê Pêşmerge û Birîkarê Wezareta Pêşmerge diyarî pêşkêşî Cemal Mihemed kirin, weke nîşaneya xizmet û xebata wî, ku di dema borî de pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kiriye.