Cîhan

Serokê Şeradariya Stanbulê hate binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, li dijî Ekrem Îmamoglu û Tim a wî operasyon hat kirin. Di saetên serê sibê de ekîbên polisan bi qasî 20 wesayîtên polisan çûn mala Îmamoglu û li malê lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê Îmamoglû hat binçavkirin û ji bo kontrola tenduristiyê birin.


Alîkarê Serokê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku 20 wesayîtên tijî polîs hatin mala Ekrem Îmamoglû. Gunaydin îdia kir ku ev operasyon tevgereke siyasî ye.


Ekrem Îmamoglu têkildarî geşedanan dîmenek ji mala xwe parve kir. Di daxuyaniya xwe de got, “Çend hizrên ku hewl didin îradeya miletê me zeft bikin, polîsên me yên ezîz wek amûrên xerabiyê bi kar anîn û bi sedan polîs kom kirin. Ez dixwazim ku hûn zanibin ku ez dev jê bernadim. Ez ji we hemûyan pir hez dikim, ez xwe dispêrim miletê xwe. Bila her kes bizanibe ku ez ê li ber xwe bidim. “


Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê, operasyona ku li dijî 105 kesên ku di nav wan de rojnamevan û karsaz jî hebûn, ji aliyê Medya A.Ş. îhale û têkiliyên terorê hatine qeydkirin.

Ekrem Îmamoglû yê ku di çarçoveya lêpirsîna ku der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibû destpêkirin de der barê wî de biryara binçavkirinê hat dayîn. Îmamoglû li mala xwe hat binçavkirin ş bi sedan polis li mala wî lêgerînekî berfireh dikin. Îmamoglu birin bingehê polisan. Îmamoglu piştî biryara binçavkirinê daxuyanî da û got, “Em bi zilmeke mezin re rû bi rû ne, lê ez dixwazim ku hûn zanibin ez ê dev jê bernedin.”
Di çarçoveya lêpirsîna “Bundibûnê” ya ku li dijî dezgehê Medyayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IMM) hatî destpêkirin de, Şaredarê Stanbulê Ekrem Îmamoglu û şêwirmendê çapemeniyê Murat Ongun jî di nav de gelek kes hatine binçavkirin.

A

Back to top button