MUSTEFA BERZANÎ hewildana destpêka şerê ramyarî û cekdarîye a hemberî zebtkarên , nexastîyên , neyarên netewa kurd û Kurdistanêye. Navê wî ji bo her kesê kurd ên bi şeref wek nasnama netewî evra û zîyarete,di dîroka mirovahîyêda serbilindî û sîyaneta gel ê kurde,senbola azadîya gelê kurd û KURDISTANÊYE,xîlaskar û alvanê gel ê kurde ê ku bibû koleyê hezar salan,li bin bandoranda dihat rencandin,di nav sînoranda dihat înkar û îmha kirin,bi jîyaneke bê şeref ra rû bi rû mabû. Mêrxasî û cesareta wî bû fîdana zindîbûna heyîn û hebûna netewî. Ji bo jîyanek bi şeref, bi sîyanet û azad miletek, weletek careke din vegerande jîyanê Di nav cîhanek hov ,bê dad ,dagirker û bê bawer,tarîda bû ronikdarê dîroka miletekî dîrokî û kevnar,bû zamînê jîyana gelê xwe ,bû wesîla dostanîya gelan,di dîrok û cîhana durî û xwînxarda bû rênîşa Azadîya Kurdistana
Azad a hemdemî
Berzanîyê Nemir jo bo gelê kurd SEROK,mêrxas,ramyar,mijara salname dîroka azadîya gelê kurde,şerefa niştimanêye,tacê serê kurdaye,di dîroka Kurdistanêde serokekî altindar,nemir û zindîye.Gelê kurd ji stûxarîyê ,ji sîtemkar û talankarên dîrokê,ji hovên mirovahîyê xilas kir,gelê bindest,paşdamayî gîhande jîyanek bi rûmet,gîhande serbestîyê,cesaretê,ji bo rizgarbûna welat,ji bo azadîya netew kurd dijî dagirkeran seferber kir. Kurdistana Azad berhem û pêşkêşa şoreşa Berzanîyê mezin ê nemire.
Berxwedan û serhildana bi navê Berzanîyê Nemir va girêday rizgarbûn û damezirandina Kurdistana Azad va hate dawî.
Kardistana Azad ji şaristanîke kevnar,klasîk berbi şaristanîke modern dimeşe.
Miletê kurd li ser parastina nirxên mirovahîyê biryar girtîye,bi vî avayî jîye û jîyaneke bi şeref îro dîrokêda didomîne.Li ser şarîstanîke klasîk,li ser çandeke kevnar modêrbûneke pêşketî hemdemî ava dike.
Bê şik Gênêral Berzanî qehremanekî nemir û navdare.Belê KURDISTANA AZAD BERHEMA CESARETA WÎYE,ji gelê kurd ra XELATA JÎYANÊYE TEWREBILINDE.
Iro gelê kurd û Kurdistan di dijî kevneşopîyê û cudatîyê bûye sînor,bûye alvanê wekhevîyê,bûye altindarê azaya gelan ên HERÊMA ROJHILATÊ.Gelê kurd li hemberî talankar û sextekarên dîrokê bûye mertal.
GÊNÊRAL BERZANÎ di dîroka Kurdistanêda navderekî zindî û bê hempaye.
Mustefa Berzanî navekî evra,
Mêrxasek dîrokî zindîye lewra.
Ronahîya kurdan û KURDISTAN Ê
Sembola azaya tim niştimanê.
Bi wî hat naskirin kurd li cîhanê,
Navê wî nasnama kurd , Kurdistanê.
Ji xew rakir millet ji xewa kûr,
Rewşa gel guherî da îşiq û nûr.
Serokê serokan navdar,qehreman,
Navê wî yê bijî bi dem,dewranan.
Serok bêhempaye ji bona kurda.
Kurd bi giştî wîra dikin rêz, secda
Wî ji mera hîmê azayê danî,
Ji bo gelê berdest bawerî anî.
Wî bersîv da dijî neyarê kedxar,
Bû raperîna gel alvan altindar..
Bi ramanên wîva millet dilşad bû,
Bi mêrxasîya wîva millet rizgar bû.
Ew bû binelîyê dilê milyona,
Lê bû tîrêj û derd bo cerdevana..
Gelê bê qehreman kole, hejare,
Bindest û bê hêze hêsîr,bê ware.
BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ