Îro bi mebesta bîranîna roja ji dayikbûna Mele Mistefa Barzaniyê serokê miletê Kurd,wefdeke Hewildana Partiyeke Kurdistanî(HPK) seredana Barzan kirin.Wefda HPK ê ya bi serokatiya endamê Meclîsa HPK ê Evdirrehman Gundikî serdana mezara nemiran kirin,ji aliyê nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ve hate pêşewazî kirin.Nûnerê Rêzdar Mesûd Barzanî,Şêx Xelef Barzanî xêrhatineke bi dilgermiyeke welatperwerane  li wefda HPK ê kir.

Wefda HPK,çelengeke navê Hewildana Partiyeke Kurdistanî li ser nivîsandîbû danîn ser qebrê nemiran.Li ser qebrê endamê Meclîsa HPK ê Evdirrehman Gundikî axaftinek di derbarê xebat û giringiya mele Mistefa Barzanî ya ji bo her çar perçeyê Kurdistanê kir.Evdirrehman Gundikî bi kurtayî di axaftinê de weha got:

’’ Selam ji bo ewê îlhamê be ko ew îlhama cenabê te ji bo azadkirina kurd û Kurdistana bindest re pêşkêşî miletê kurd kirî. Belê serokê miletê kurd, em miletê kurd xwe minetdarê xebatkarî ya cenabê te ya ji bo azadkirina kurd û Kurdistana bindest re dibînîn.

Em, Hewildana Partîya Kurdistanî rêzdarî ya xwe pêşkêşî mêjûya xebata cenabê te ya nêzîkî esrekê ji bo azadkirina Kurdistana bindest rekarkirî û gel ewê xebatkarî ya  cenabê te û ya gel ewî Idrîsê cane merg ya bi herfên zêrîn li kevirên çîyayên Kurdistanê, hatîn nivîsîn dikîn. Em ji bakurê Kurdistanê rêzdarîya xwe, pêkêşî ganê hemî şehîdên kurd û Kurdistanê û serdarên şehîdan dikîn.

Em di wê bawerîyê de ne ko ji roja serokê nemir Mistefa Barzanî, çavên xwe li evê cîhana kurdan de vekirî û hita roja çavên xwe di evê cîhanê de neqandîn, ji bo me miletê kurd re rojên bi biranînê û rêzdarîyê ne. Belê serokê nemir Mistefa Barzanî, em di ewê baweryê de ne ko hita miletê kurd hebe dê berhemên xebatkarî ya  te di dilê xwe de biparêze.’’

Wefda HPK  ê  piştî axaftina Erdirehmanê Gundikî,ji nûnerê rêzdar Mesûd Barzanî , Şêx Xelef Barzanî xatir xwestin û  ber bi Hewlêrê bi rê ketin.14.03.2014

Komîteya Rêveberiyê ya Hewildana Partiyeke Kurdistanî 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: