Civak

Serokê Kurdistanê sersaxiyê li malbata Yawer Namîq kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro în 24.01.2020 ji bo koça dawiya xwedê jêrazî Yawer Namiq, peywendiyekî telefonî li gel birêz Burhan Caf ê birayê wî, sersaxî û serxweşiyê li malbata wan kir. Hevxemiya xwe li gel wan derbirî û hêvî xwest xwedayê mezin xwedê jêrazî bi dilovanî û bihûşta xwe şad bike.

Ji aliyê xwe ve birêz Burhan Caf jî spas û pêzanînên xwe û malbata xwe ya ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê û ji bo biserkirin, dilnewayî û hevxemiya wan li gel wan da derbirî.

 

Back to top button