Konsolxaneya Çînê li Kurdistanê pêşbaziyek encam dide

Konsolxaneya Çînê ya li Hewlêra paytexta Kurdistanê pêşbaziyeke Fotografî û Videoyî ya di derbarê Çîn û Kurdistanê de encam dide ku şert û mercên pêşbirkêya Çînê wiha hatiye ragihandin:

Sala 2020 hat û Konsolgeriya Giştî ya Çînê li Hewlêrê pêşbirkêyek radigihîne.

Wekî hevalekî Çînê tu hez ji çi tiştekî Çînî dikî? Gelo berê te serdana Çînê kiriye? Gelo dizanî bi zimanê Çînî bipeyvî? Gelo te beşdarî li tu hunerekî Çînî kiriye? Eger tişteke bi vî awayî hebe vîdeoyek dirust bike û bibe xwediyê Oppo Mobaila Çînî.

Eger tu hemwelatiyê Herêma Kurdistana Iraqêyî û xwediyê hejmarekî facebooka vekiriyî û te rûpela Konsolxaneya Giştî ya Çînî ecibandibe li facebook, wate tu hêjayî beşdarîkirina vê pêşbirkêyî. Tenê vîdeoyek dirust bike ku yek heta pênç xulek bê û bi navnîşana «Ez û Çîn» vîdeoyê de xuya bibe ku tu hez ji Çînê dikî yan jî di derbarê Çînê de be. Dikarî xwe derbixî di dema ceribandin û taqîkirina xwarinekî Çînî, yan gerana li Çînê, yan bi zimanê Çînî bipeyvî, yan behsa Çînê bikî û hwd.

Vîdeoyê li rûpela xwe ya taybetî ya li facebook belav bike û bi bikaranîna #Friends_of_China_ from_Kurdistan_Region_of_Iraq. Her wiha balê bikşîne li ser rûpela Konsolxaneyê û ji wan re jî bişîne. Kesên serketî li ser bingeha ecibandin û parvekirina vîdeoyê têne hilbijartin. Her ecibandinek yek xalan werdigrê û her parvekirinek sê xalan werdigrê û çend xalên te zêdetir bê, derfeta serkeftina te zêdetir dibe.

Serkeftiyê yekem mobaila OPPO Reno 10X werdigre
Serkeftiyê dûyem mobaila OPPO Reno 2 werdigre
Serkeftiyê sêyem mobaila OPPO Reno 2F werdigrin
‎Xelata 10 baştirîn serkeftî pêkhatiye ji 1 pirtûkek di derbarê Çînê û 1 diyareke di derbarê Çînê.
Roja dawiya beşdarîkirinê 1 Adara 2020 e.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: