Mêcer axa serokê eşîra Jêliya koça dawî kir
MÊCER AXA SEROKÊ EŞÎRA JÊLÊ KOÇA DAWÎN KIR
Mêcer Axa koça dawîn kir, lê gotinên wî ji me re wek diyarî mane.
Sala 2013 dema ez li Deşta Mişarê digeriyam û min lêkolîn li ser Serhildana Eşîra Jêlî dikir, min bihîzt ku Mêcer Axa yek ji wan kesan e ku zêde agahdariya wî li ser Serhildanê heye.
Salek şûnde min bihîzt ku Mêcerê kurê Egîd Axa, ji Binxetê hatiye Bakûrê Kurdistanê û ez li Sêrtê, roja 17 03 2014 pêrgê wî bûme. Heta derengiya şevê me xweşbêjî kir û min serpêhatiya malbata Resûl Axa ji devê wî bi xwe wergirt û nivîsand.
Mêcer kurê Egîd Axa ye, biraziyê Resûl Axa ye.
Diya wî Xemsa keça Bişarê Çeto bûye û di 1941ê de li Binxetê, li gundê Mezrê li keviya ava Dîcleyê hatiye dinyayê.
Bavê wî û mamê wî serhildan kirine, lê demekurtek şûnde leşkerên Kemalîzmê 33 gundên Mişarê şwitandine.
Mêcer Xwendina erebî xwediye û piştre kar ji bo debara malê kiriye. Di 1965an de bi keça mamê xwe Ebdurehman re zewiciye, niha keçek û sê kurên wî hene.
Mêcer li Dêrika Binxetê dima û karê çandiniyê dikir.
Çend roj berê Mêcer Axa çûye ber dilovaniya Xwedê.
Bila serê malbata wî, serê xizm û pismamên wî, serê Eşîra Jêlî sax be. Xwedayê mezin wî pêrgê dilovaniya xwe bike.
Agahdariya ku Mêcer Axa li ser Serhildana Eşîra Jêlê di 1929an de daye min, bi kurtî ev e li jêrê:
GIRTIN Û KUŞTINA KURDÊN XUYANÎ
”Piştî rûxandina Şoreşa Şêx Seîd (1925), Hikûmeta Tirkan dest pê kir heçî axa, heçî ku av pê şêlû dibiya digirtin. Gelek ji girtiyan jî, bi hinceta ku reviyan di rê de dikuşan.
Leşkerên Tirk rojekê hatine dor li xaniyê me girtine, li gundê Goveşîlê. Wê demê mamê min Resûl li Tila Mişarê bûye. Gava dora xaniyê me girtine, wê şevê çar-pênc zilam li ba Egîd Axa hebûne. Hinek ji wan mehkûm in jî. Egîd Axa gotiye wan zilaman: Bi Xwedê wê me bibin û wê bi rê de me bikujin, wek filankes û bêvankes…
Sitfe pênc tiving jî di nava dîwêr de veşartî bûne. Dewletê ew çax kêrik jî bi kesî re nehiştibû. Ji xwe kes nediwêribû bi sîleh bigere.
Egîd Axa biryar daye ku xwe teslîm nake û wê şer bi leşkeran re bike. Piştre gotiye jina xwe:
Qehweyekê zû ji min re bîne. Dema ez aciz dibim, eger ez qehwe venexwin, pir belav dikim.
Jina Egîd Axa ji bo ku dûman di kulekê re dernekeve û leşker nebînin, fistanekî xwe yê hevrîşim tîzol tîzol dike û agir berdidê, cezweya qehwê li serê dikelîne, fîncanek qehwê dide Egîd Axa.
Çend rîspiyên gundî gotine Egîd Axa:
Em tev destvala ne. Em ê çi bikin, çewa em ê xwe teslîm nekin?
Egîd Axa gotiye wan: ”Metirsin, tifengên me hene.” Egîd Axa çar tifeng ji nava dîwêr derxistin û nîşanê gundiyan dane.
Lê belê li gor agahdariyên (Xemsa) diya Mêcerî, Egîd Axa ew roj pênc tiving û demaçeyek ji nava dîwêr derxistine. Demaçe jî dane destên dayika wî da şerê leşkeran bike.
Rîspî vegeriyane û çûne ba leşkeran. Gundî jî li derve wan yazdeh leşkeran mijûl kirine û gotine wan: ”Xwe reht mekin. Ji xwe axa tev heta nîvro di xewê de dimînin. Rûnin û deng mekin. Bila roj derkeve, em ê bi xwe herin wî di nava cihên wî de bigrin û ji we re bînin.”
Serleşkerê leşkeran diçe bi aramî li ber deriyê malekê rûdine û qehweya bi şîr jê re anîne.
Egîd Axa û hevalên xwe jî, li hundirê malê xwe hazir kirine û tiştên pêdivî ji bo şer amade kirine. Ha wisa ew lipikandin çêbûye heta ku dinya ruhnî bûye.
Ew çax gundî li serê bên radizan. Egîd Axa di pencerê re deng li gundiyan kiriye û gotiye:
Em xwe teslîm nakin. Wan mijûr bikin da em derkevin û herin.
Gundî ketine tavilan û nexwestine ku Egîd Axa şer bi leşkeran re bike. Egîd Axa û zilamên xwe tivingan di pencereyan re derxistine û nişanê gundiyan dane. Heta wê demê jî gundiyan bawer nekiriye ku çek li ba Egîd Axa hene.
Kêfa gundiyan hatiye û li dora leşkeran kom bûne, hinekan qehwe, hinekan rûnê nivişk û hingiv, hinekan mast û to ji bo xwirîniya leşkeran anîne.
Dinya êdî rind ruhnî bûye, lê Egîd Axa hêjî di hindurê malê de haziriya xwe dike û derneketiye.
Serleşkerek digel çend leşkerên xwe çûne ber deriyê koçka Egîd Axa û bang kiriye, gotiye:
Egîd Axa çima tu dernakevî derva? Ma tu ji jina xwe têr nabî?
Bi dengê wî re Egîd Axa derî vekiriye û ew leşker gulebaran kirine. Çend leşker hatine kuştin û sê-çar jî reviyane, du leşker jî dîl ketine destên Axê. Leşkerek jî çûye xwe avêtiye pişt dergûşa maleke nêzê mala Egîd Axa.
Li gor Toreya Kurdî, zilamekî tawanbar dema xwe davêje pişt jinekê yan dergûşekê, êdî kes têkil nabe û lê diborin. Egîd Axa jî lêborîna wî leşkerî daye û ew serbest kiriye.
Dema li ber deriyê mala Egîd Axa deng bi çekan ketiye, keyayê gund jî li ber deriyê mala xwe, xwe avêtiye ser serleşkerê mezin û ew girtiye. Gundî jî leşkerên mayî dorpêç kirine û ew tev dîl kirine.
Egîd Axa êdî çûye nava gundiyên xwe û gotiye wan:
Hûn tev zarûkên xwe hildin û zûtirîn dem ji gund derkevin. Lewra demek şûnde wê leşker werin û gundê me bişewitînin.
Piştre Egîd Axa gotiye: ”Madem leşker hatine ku min bigirin, bêguman niha leşker çûne Tilê ku Resûl Axa jî bigirin.”
Egîd Axa tevdîra xwe girtiye û şervanên xwe li hemû gbilinciyan bi cih kirine, xasma jî Girê Xetîb û Girê Yewnanê vegirtine, rê û dirbên li Deşta Mişarê hemû xistine binê çavdêriya xwe û Egîd Axa gotiye wan:
– Divê ez rewşa Resûl bizanibim piştre ez ê biryar bidim ka wê şer berdewam be yanena. Lê heta tifenga min neteqe, hûn tifeng li leşkeran neteqînin.
Piştre Egîd Axa û çend peyayên xwe çûne ku herin gundê Tilê. Egîd di rê de dengê Nûrê xanima Diya Resûl Axa seh dike ku dibêje: ”Egîd, tu li kû de yî? Ne va ye birê te birin û çûn…”
Êdî naveroka meselê rind zelal bûbû. Li biniya Goveşîlê li tangava gundê Bêdarê li rex aşê avê Egîd Axa bala xwe dayê ku wa ye birek leşkerên siwarî ji riya Tilê ve tên; zabitê leşker siwarê hespekî sipî li pêşiyê ye, destên Resûl Axa jî kelemçekirî ne û peya di nîvê koma leşkerên siwarî de ye û tên.
(Lê belê li gor gotina hin kesên dî, Resûl Axa li mehîna xwe siwar e û destên wî kelemçekirî bûne.)
Egîd Axa û peyayên xwe deng li leşkeran kirine û ew gulebaran kirine. Serleşkerê siwar bi çargaviya hespê xwe reviyaye û xwe ji kuştinê rizgar kiriye. Di wê demê de leşkerekî tiving rast kiriye ku Resûl Axa bikuje, lê Egîd Axa jê zûtir lipikiye û ew kuştiye. Di wî şerî de jî çend leşker hatine kuştin û du-sê leşker jî xwe di nava zeviyên genimê şîn de veşartine.
Dema şer dest pê kiriye, Resûl Axa jî ketiye nava dexlê zeviyê û xwestiye ku xwe di navê de wenda bike. Lê belê leşkerekî nijadperest ê dî li pey çûye û gotiye wî: ”Ev tişt hemû di ruyê te de çêdibin. Ma tu yê xilas bibî?” Û tivinga xwe sererast kiriye ku berdê, lê fîşeka wî qelp derketiye. Di wê demê de gavanek bi navê Emînê Evdilcirno jî li pey leşker û Resûl Axa çûye nava zadê şîn û bi derbeke tenê ya gopalê xwe wî leşkerî kuştiye û tivinga wî hildaye. Tetikê tivinga wî kişandiye, bala xwe dayê ku tiving şixuliye. Çend leşkerên mayî, reviyane û ber bi gundî Îsxasanê ve bi revebezê çûne.
Resûl Axa bangê birayê xwe Egîd Axa kiriye, gotiye: Egîd, esker guneh in, zarûkên xelkê ne, wan mekujin.
Egîd Axa gotiye kekê xwe Resûl :
– Wele ha me şeş kuştin ha me pir kuştin ferq nake. Madem her fermana me hatiye, eger em wan nekujin jî, ew dê me bikujin.
Piştre êdî Egîd Axa û Resûl Axa xwe ji bo şerekî mezin amade kirine; tevdîra xwe wergirtine, çewa ku li jorê jî hatiye gotin Egîd Axa girên bilind, çiyayên li hawîdorê, riyên mezin tev xistine binê çavdêriya xwe.
Îcar şer dest pê kiriye. Her ku çûye, şer ji Deşta Mişarê derketiye û ber bi çiyayên berz û bala ve çûye. Çi li çiyayên Rojhilata Deştê, çi li çiyayên li Rojavayê Deştê, şer bi awayekî xurt berdewam bûye.
Piraniya gundên Deşta Mişarê yên li navrastê ji aliyê leşkeran ve hatine şewitandin. Gava mirov belgeya Sererkaniya Giştî ya leşkerên Tirkiyê (Genel Kurmay Başkanligi) dixwîne, hingê mirov rind dizane ku leşkerên dewletê bi hêzeke çiqas xurt çûye ser Jêliyan.
Ew şerê di navbera Eşîra Jêlî û leşkerên dewletê de, sê meh domandiye. Gele eşîrên din jî destek dane Jêliyan. Dewlet tirsiyaye û ew serbazê li Dihê ku di serê pêşî de fermana girtina Resûl Axa û Egîd Axa daye ”doza bêemirtîyê” lê vekirine. Herweha dewletê ”lêborîn”eke giştî jî ji bo Jêliyan daye. Lê dîsa jî Jêlî dest ji berxwedana xwe bernedane û neçûne teslîmê dewletê nebûne.
Lê belê ne Resûl Axa, ne Egîd Axa û ne jî şervanên Jêliyê bawerî ne bi dozvekirina li serbazê Dihê anîne û ne jî bi lêborîna dewletê anîne. Herwekî berê dîsa kozik û çeperên xwe asêtir kirine, herdu riyên ku dikevin Deşta Mişarê di binê çavdêriya şervanên xwe de hiştine û amadetiya şerekî dirêj dane pêkirin.
Dewletê jî her leşker hinartiye herêmê û di cihên êmin de ew dane bicihkirin. Piştî ku dîsa germiya şer xwe daye nîşandan, ev car dewletê taktîkên şer daye guhertin û hêzên leşkerî ji Kurdan weke vanên îro ku dibêjine wan ”cehş” xistine tevgerê û hinartine ser Jêliyan. Ew şervanên ku ji bo parastina desthelatiya biyaniyan şer bi kurdên azadîxwaz re dikirin, çendî ku hin tevgerên erênî jî kirine, lê ji ber ku xeta wan ya xiyanetê bû, navê ku li virê pesnê wan bê dayîn û ew bibin malê mêjû.
Dema Resûl Axa dîtiye ku ev car yên ku bi wan re şer dikin ne leşkerên Tirkiyê ne lê Kurd in, nexwestiye ku Kurd bi Kurdan bêtin kuştin û biryara rawestina şer daye.
Berfirehiyên şer ji ber ku li hin deverên din jî, xasma di belgeya Sererkaniya Giştî de jî hatiye nivîsandin, li virê pêdiviya dubaretiyê nake.
Lê ew Resûl Axayê ku Mistefa Kemal jê re name dihinart û ew bi xeysetnavê ”Resûl Axa Hazretlerî…” bi nav dikir, dema ku Resûl Axa diçû Sêrtê leşkerên dewletê bi bando û xaliyên sor pêşwaziya wî dikirin, niha jî wek ”eşqiya” û ”dijmin” hatiye binavkirin û ew hêza dewletê digel balafirên cengî xwestine ku Resûl Axa û eşîra Jêliyan ji holê rakin.
Resûl Axa û eşîra xwe nikaribûne xwe li pêşber wê hêza artişa Tirkiye û cerdsevanên wan ragirin, xwe di şer de bindest hesibandine û karê xwe kirine ku xwe ji herêma Mişarê bidin alî.
Çûna Binxetê
Di payiza 1929an de Resûl Axa, Egîd Axa û 400 malbatên Jêlî yên şervan bi wan re, herêma Mişarê berdane û çûne ku herin Binxetê. Ew li pêşberê Tirbesipiyê derbasê Binxetê bûne û pêşî li gundê Maşoqê bûne mêvanê Haco Axayê Hevêrkî. Li wirê bi qederê du meh mane û Bedriyê kurdê Egîd Axa li wirê hatiye dinyayê.
Piştre Resûl Axa û xelkê xwe ji wirê çûne ba Mala Mer´ê. Ev mal ji eşîra Aliyê ye û gelek boş e.
Wê demê heta 1930î jî Endîwer, Dêrik û berûberê wê riya ku diçe Dêrikê tev di destên Tirkan de bûne. Lê piştre sînor hatiye guhertin û hilkişiya pişta Endîwerê û 50 km ava cemê Dîleyê jî bûye sînor.
Resûl Axa û malbatên pê re, pir zor û zehmetî dîtine. Xwedîkirina 400 malbatên Jêlî digel ya Resûl Axa, ne karekî hêsan bûye. Li gor hin çavkaniyan, di binê konekî reş de zêdetirê 10-12 malbatan hêwirîne. Herweha xwarina wan, kincên wan, lêçûya wan ger tev bêtin hesibandin, barekî giran derdixin holê. Lê belê zîrektiya Kurdan, alîkarî û hevkariya wan, zû wê belengaziyê ji holê rakirine û dem hatiye ku êdî rewşa wan a aborî xweş bûye.
Ew haweyê belengaziya Jêliyan, du-sê sal domandiye heta ku wan erd ji xwe re vegirtine û di navê de xanî weke gund ava kirine. Ew 400 malbat û malbata Resûl Axa digel birayê wî Egîd Axa li gundên weke Zixat, Çemşeref, Mezra Banî, Qesirdîbir, Tilxenzîra Jêrîn, Tilxenzîra Jorîn, Hebilhewa, Kasan û Mezrê bi cih bûne. Li wan gundan cot û rêncberî kirine, Xwedê jî ruyê xwe daye wan, zadê ku çandine ji wan re pir hatiye; dirav ketine destên wan û halê wan ji aliyê aborî ve rind bûye, hin bi hin êdî wan dest pê kiriye û alîkariya Kurdên macir ên dî kirine.
Bi rastî jî hin rewşên pir xirab ku bi ser Kurdan ve hatine, dema mirov dibihîze kezeba mirov jan dide û ji bîra mirov naçe. Bi giştî di wan salan de rewşa Kurdên Binxetê ya aborî pir xirab bûye, belegaz bûne, destteng bûne û bi zor û zehmet xurê xwe yê rojane bi dest xistine. Heta gelek malbat digehan hevûdu û du hêstir, yan du gav, yan jî du bergîl (hesp) dikirîn û bi wan cot dikirin, zad diçandin û li bendê diman heta sala dî, didirûtin û qûtê xwe yê salane hildidan.
Hevpartiya wan malbatan jî, li gor diravê wan bûye û xwedanê nigên wan du heywanên ku bi wan cot dikirin bûne. Mesela em bêjin ku deh malbat, du ga kirîbûna, her malbatek li gor diravên xwe dibû xwedanê ji heştan ê nigekî yan du nigan. Ev haweyê hevpartiyê, ji bilî Kurdên Binxetê, li devereke dî ya Kurdistanê hehatiye dîtin. Hêja ye li ser vê meselê jî lêkolîn bêtin kirin.
Ev babetê belengaziya Kurdan di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de hîn zêdetir berepaş çûye, ji ber ku hikûmeta Frensayê zad ji Kurdan stendiye ku em ê vê babtê li pêş bi firehî binivîsin.
Egîd Axa û kekê xwe Resûl, çûne Dêrikê. Li wirê bi Nayifê Paşê û Hacî Evdilkerîmê Mele Sadiq re li hev kirine û ji wan nîvê du gundan (gundê Mezrê û Tilxinzîrê) bi 1.700 wereqeyî kirrîne. Wê demê ew gundên li wê herêmê hemû yên mala Nayifê Paşê û yên Hacî Evdilkerîm û Mala Osman Efendî yê Cizîrî bûne.
Egîd Axa û kekê xwe Resûl Axa digel hin kesên bi wan re li wan gundan bi cih bûne û debara xwe bi ajotina çot kirine. Lê ew rewş pir nedomandiye û dijberî ketiye navbera Resûl Axa û Nayifê Paşê. Lê Mîr Celadet û Dr. Nafiz û Hesenê Haco Axa ketine navbera wan û sergêjiyê weha çareser kirine: Nîvê gundê Mezrê yê dî dane Resûl Axa û Tilxinzîr jî ji Nayifê Paşê re maye.
Lê belê Gundê Mezrê ji bo Resûl Axa û xelkê wî teng hatiye û têra wan nekiriye. Piştre Resûl Axa şûna gundekî din ji Musteşarê Frensiyan wergirtiye. Li wê devera têrkanî gund ava kirine, nav lê danîne ”Zixate” û xelkê xwe tê de bi cih kirine. Ev gund ji ava çemê Dîcleyê çar km. li Rojava dimîne.
Jiyana Resûl Axa li binxetê jî ne aram bûye û hertim Frensiyan ew digel hin hevalên wî yên şervan weke Salihê Tîrimî, Hemgemûr û Singemûrî li ser daxwaza Tirkiyê sirgûn kirine û nehiştine ku li herêma Kurdistanê bimînin. Li gor agahdariyên ku bi dest ketine, devera sirgûnê carekê bajarê Hisîça, carek Dêrezor û carek jî Şam bûye. Lê belê Egîd Axa zêde li Binxetê nemaye û hertim ew digel birek çekdarên xwe diçûn Bakûr û êrîşê barîgehên leşkerî yên Tirkiyê kirine.
Resûl Axa di 1943an de li gundê Çemşerefê miriye. Li gorî gotinan, mehîneke wî ya pir spehî hebûye. Dema mehînê birine avdanê û hanîne ber deriyê tewlê, mehînê nexwestiye here hindurû û Resûl Axa jî serê gopalê xwe niçandiye wê. Mehin jî veciniqiye û refes lê xistiye û li gor gotinan kezeba wî ji ber simê mehînê perçiqiye û Resûl Axa miriye. Gora Resûl Axa li gundê Çemşerefê bi awayekî pir taze û ciwan hatiye çêkirin.
Pişttre zarûkên malbata Resûl Axa çûne gundê Tilxenzîrê û hetanî sala 1950 li wirê mane. Egîd Axa zarûkên malbatê hinartine bajarê Dêrikê da bixwînin. Lê demek şûnde mala xwe birine Dêrikê û di bedêla gundê xwe de, nîvê gundê Kasanê û nîvê yê Mezrê wergirtine.”
Mirina Egîd Axa
Piştî mirina Resûl Axa, birayê wî Egîd pir êşiyaye û hertim ponijiye. Lê belê çare ji bo mirinê nehatiye dîtin. Egîd Axa jî di 11/ 11/ 1952an de li Dêrika Binxetê dilê wî rawestiyaye û çûye ber dilovaniya Xwedê, her li wirê jî hatiye veşartin. Lê belê li gor agahdariyên bi destên me ketine, çend sal şûnde şaredarê Dêrikê yê Ereb şûna gora Egîd Axa bi makîneyên kar daye rastkirin û li wê şûnê xanî ji Erebên bêxanî re dane ava kirin. Dibe ku tiliya Kemalîstên Tirkiyê jî di vê meselê de hebe.
Piştî mirina Egîd Axa, xeber li nava xelkê belav bûye ku Tirkan jehrî bi hin riyên badayî dane Egîd Axa, ji ber hindê ye ku ew miriye. Lê belê ji ber nebûna bizişkan û kêmasiya derfetan, rastiya vê meselê hêjî nehatiye peyitandin.
Balkêşiyeke girîng ev e ku Egîd Axa jî û Resûl Axa jî, her yekê 53 sal li jiyanê mane.
Piştî mirina Egîd Axa jî, hema bêje ku malbata Resûl Axa bêsermiyan maye. Zarûkên dî hêj tev piçûk bûne, hinek ji wan li xwendinê bûne û serweriya wan bi awayekî pir lewaz hatiye domandin.
Hin kes ji malbata Resûd Axa xwestine ku vegerin Bakûr. Sal 1950 pêşî Bedrî Axa yê kurê Egîd Axa vegeriyaye Serxetê. 1951, bavê Beyar vegeriyaye Serxetê. Lê yên dî li Binxetê mane.
Sal 1957, Ebdulkerîm û Ebdurehmanê kurê Resûl Axa xwestine ku xanima Egîd Axa jî her pênc kurên xwe bîne û vegerin Bakûr, li gundên xwe yên Deşta Mişarê bi cih bibin. Lê belê xanima Egîd Axa ji ber ku hêj zarûkên wê piçûk bûne, nexwestiye vegere.
CIVATA XORTÊN DEMOKRAT
Sal 1956, li Binxetê Kenan Axa dest bi xebata siyasî kiriye û beşdarî di komika Civata Xortên Demokrat ên Kurdistanê de kiriye. Salek piştre vê civatê xwe veguhaztiye wek rêxistin û Partiya Demokrat a Kurdistanê ava kirine.
Sal 1960, hikûmeta Sûrî dest bi girtina rewşenbîrên Kurd kiriye. Mêcerê kurdê Egîd Axa jî digel kekê xwe Kenan di nava girtiyan de bûne. Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Reşîd Hemo û hin kesên xuyanî yên dî ku wek girtî jimar 83 kes hatine desteserkirin. Li Helebê girtiyên zarûk serbest kirine û yên dî hinartine dadgehê û bi tawanê dabeşkirina dewleta Sûrî ew tev seza kirine.
Wê demê Sûrî û Misir bûbûn dewletek. Aliyê Misrê zêde nedixwst ku Kurd bêtin êşandin. Lê belê aliyê Sûrî dixwestin Kurdan bitevizînin.
Dr. Nûredîn Zaza salek, Osman Sebrî û Reşîd Hemo jî her yekê salek û nîv, seza wergirtine. Ew nîv salê zêde, bi xûta ku qaşo xelkê dehfandine da li pêşberê dewletê şer bikin. Kenan Axa ji ber ku berpirsê şaxa Dêrikê bûye, seza wergirtiye. Ji 1960î hetanî sala 2004an jî, gelek ji wan Kurdên ku di 1960î de hatibûn girtin, dîsa hatine desteserkirin.
Erê, xwendevanên hêja!
Mêcer Axa jî yek ji wan kurdan bû ku gelek êş û azar dîtine û ew êrîşên hovane ku çûne ser Kurdan, bi taybetî jî ser malbata wî û eşîra Jêrî bi peyv û nivîsan nayên fêmkirin.
Pêşîyên Kurdan gotine: Dîtin û gotin nabin yek!
Xwedayê mezin li Neteweyê Kurd bête rehmê…
Stockholm 20/ 01/ 2020
Zeynelabidin Zinar
PENCÎNAR
Weşanxaneya Çanda Kurdî
STOCKHOLM 2014