Polîtîk

Serokê Kurdistanê li gel rayedarên Iraqê kombû

Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn bi beşdariya Dr. Eyad Elawî Serokê Fraksiyona El Iraqiye û amadebûna birêz Usame Nucêfî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê û şanda li gel û her wiha Dr. Roj Nurî Şaweys Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê û Dr. Berhem Ehmed Saleh Cîgirê Sekreterê Giştiyê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û Dr. Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê, di derbarê rewşa pêvajoya niha ya welat civîneke şêwirmendiyê birêvebirin.

Li civînê de, gelek bi hurî behsa wan tengasiyên siyasî kirin ku dûçarî Iraqê bûye û aliyê amadevan jî tekez li berdewamiya helwesta xwe ya berê kir ku li civîna pênç qoliya Hewlêrê da hatibû berceste kirin.

Di derbarê vê civîna çaverêkiriya Necef jî ku li ser bangehişt û serpereştiya raste rasta Semaheta Seyîd Muqteda Sedir û bi amadebûna nûnerên aliyên li nav hevpeymaniya nîştimanî û lîsta El Iraqiye û hevpeymaniya Kurdistanî de tê encamdan, biryar dan şanda hevpeymaniya Kurdistanî ya Necef ji van rêzdaran pêk bê (Dr. Roj Nurî Şaweys, Dr. Berhem Ehmed Saleh, Hoşyar Zêbarî, Dr. Fuad Me’sum) û biryare li vê civînê de helwesta nû ya aliyan civîna meha derbasbûyî ya bajarê Hewlêrê piştî temambûna muhleta (15) rojî bê guftûgokirin.

Back to top button