Cîhan

Federasyonê 25 mîn kongreya xwe çêkir

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê 25 mîn kongereya xwe pêkanî serokê Hevkariyê Şefik Kaya axavtinek kir ev axavtina serokê Hevkariyê ye:

 

 

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

 

Ji bo

Bîstûpêncemîn Kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

 

Rêzdar beşdarên Kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê 

Qedirbilind nûnerên Kongreya 25 emîn

Mêvan û amadebûyên hêja

Bi rêz û silavên Hevkariya Hêzên siyasî…

Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, bi dilgermî 25 emîn kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê pîroz dikin û daxwaza serkeftnê ji bo Kongreya we dikin.  

Kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li hemû kurdên Swêdê û li miletê kurd pîroz be!

Rêzdaran,

FKKS rêxistineke mezin e, ew bi keda kurdên herçar beşên Kurdistanê hatiye damezirandin û bêguman destkefiyeke mezin ya netewî ye. FKKS bi kar û xebatê, bi gelek çalakiyên hêja gihîştiiye vê rojê. Şêweyê FKKSê yê rêxistinî, xebat û çalakiyên wê yên hêja û wek mala hemû kurdan xwediyê cîhekî taybet e. Federasyon li cem hevwelatiyên me yên ji herçar beşên Kurdistanê û li bal partiyên siyasî yên kurdistanî û yên swêdî û hemû dezgehên fermî yên Swêdê wek nûnerayetiya gelê kurd dihê qebûlkirin û ew jî girîngiyeke mezin didine Federasyonê.

Herweha Federasyon bi pirrengî û bi pirrdengiya xwe, bi xebata ji bo integrasyonê, bi xebata demokratîk û nemaze bi xebata piştgiriya doza netewî ya herçar beşên Kurdistanê û di gelek warên curbecur de nimûneyek bêhempa ye. 

Federasyonê digel xebatên pirralî, nasandin û pêşxistna kultura kurdî li Swêdê peêşde biriye û gelek kadirên hêja, zîrek û çalak li ser rê û hizra welatperwerî û netewî pêgehandiye. Her tim belayeniya xwe dinav hêzên kurd û kurdistanî de parastiye. Federasyon li tevaya rûdan û rojên pewîst li hana me hatiye, piştgiriya me kiriye û li mafên miletê kurd xwedî derketiye.

Ji bo ku miletê kurd bigihîje mafên xwe yên netewî, em xebata demokratîk û xebata danasîna doza rewa pir girîng dibînin. Federasyon di vî warî de berpirsiyariyeke girîng bicîh tîne û serkeftî ye.

Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî xebata hemû rêxistinên kurdî yên demokratîk, komelayetî û zanistî bi qedrekî bilind dizane û piştgiriya wan dike. Lê di qada xebata demokratîk de Federasyon di nav revenda kurdî de xwediyê cîhekî taybet e. Hem di warê rêxistina mala kurd de û hem jî di warê peywendî û xebata dîplomatîk-lobiyê de rolê wê berçav û taybet e. 

 

Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî piştgir û hevkarê Federasyona Komeleyên Kurdistanê ye û xebata wê ya hêja bi qedirbilindî dinirxîne. 

Rêzdaran,

Em hêvîdar in ku kongreya we di aramiyê de, bi hestên welatpereriyê, bi berpirsiyariya xurtkirin û bipêşvebirina Federasyonê derbas bibe û ji bo berjewendiyên kurdên Swêdê, ji bo integrasyonê û ji bo baştirîn danasîna doza netewî biryarên hêja bigre.

Daxwaza me serkeftin û serfîraziya kongreya we ye.

Daxwaza me serkeftin û serfîraziya we ye.

Careke din Kongreya 25 emîn li me hemûyan, li kurdên Swêdê û li tevahiya neteweyê kurd pîroz be!

Bijî yekîtiya neteweyê kurd!

Bijî kurd û Kurdistan!

19.05.2012

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

Back to top button