Civak
PKKê 6 cerdevan revandin

Li Bedlîsê, nêzika gundê Çeltikliyê, li herêma Hemkokê, doh saetên êvarê gerîlayên HPGê rêbirîn û wesaît sekinandin û nasnameya rêwiyan kontrol kirin. Piştî nasname kontrol kirinê, di nav de muxtarê gundê Çeltikliyê Arafat Melek jî heye, 6 cerdevan ji aliyê HPGê ve hatin revandin. Navê cerdevanên din jî ew in: Îlyas Demir, Davut Melek, Fesih Bodur, Sıddık Bodur û Burhan Çapar.
Gorî nûçeya ANFê (Ajansa Nûçeyan a Firatê), cerdevanên ku hatine revandin, hatiye îdiakirin ku, di operasyona 15 gerîlayên HPGê yên jin ku hatibûn kuştin de peywir girtine.