Cîhan

Li Suriyê wesaîta bombebarkirî teqiya

Li rojhilatê Suriyê vê sibê li bajarê Deyr Ez-Zur, di encama teqîna wesaîteke bombe barkirî de, 9 kesa jiyana xwe wenda kirin û herî kêm 100 kes jî birîndar bûne.

Hatiye tesbît kirin ku teqîn, êrîşeke întiharîbûye û nêzika kolaneke nexeşxana leşkerî û biroya îstixbarata hêzên hewayî pêk hatiye.

Gorî agahdarkirina Berdevkê Wezareta Karêderveyê Suriyê Cîhad Makdissî, li bajarê Deyr Ez- Zur, semta Massaken Gazî Ayyaş teqîn pêk hatiye û di teqînê de bombeya 500 kîlogram hatiye bikaranîn.    

Back to top button