Siyaseta Kurdistana Bakur çi dixwaze?

İro siyaseta Kurdistana bakur dixwaze AKP, ji iqtidaré bikeve.
Baş e. İtiraza min tine ye.
Dixwaze Erdoxan ji, ji desthilatdariyé de bikeve.
Baş e, itiraza min tine ye.
İcar bila ki were li Tirki bibe iqtidar.
Sé (3) alternatif heye.
BDP: ne mumkune ko bibe iktidar.
CHP: Partiya Kemalizmé ya ku Kurdistan dagir kiriye, ev parti bi xwe ye.
MHP: Partiya heri nijadperest u şowen e.
Dema ku behsa Kurdi di rojevé de cih digre, hemu, parti, réxistin, sazi u sazgegén Tirka, dibin yek deng, yek héz u yek raman.
Madem ko BDP li Tirki, derfet tineye ko bibe desthilatdar u madem ko armanca wan ne Kurdistanek serbexoyi ye u ne sistemek federaliye ji.
İcar çi dixwaze.
Yek altenatif heye.
Wer duxuyé, di navbra wan u serleşkeriya Tirki de peymanek bi dizi, ne bi niviski lé bi devki heye.
Di vé peymané de, çepgirén Tirk, MİT u ihtimalek mezine ko CHP u MHP ji agahdar be.
Texmina min şertén di navbera wan de eve:
1- Bi wi şerti ku Kurd, doza Kurdistanek azad u serbexoyi nekin.
2- Divét yakitiya xaki tuxubé misaq-i milli u dewleta uniter béte parastin. U ji dewleté re réz béte girtin.
3- Lé divé biréveberiya di cih de (yerinden yönetim) béte bi héz kirin an xurt kirin. U divét ev biréveberi ne cudahixwaz bin.
4- Divét efuyek bi gişti ji boy endamén BDP/PKKé béte derxistin.
5- Bi wi şerti ko disan hézén Tirki li herémé desthilatdar bin u di bin kontrola dewleté de; Divét sistema cedewaniyé (qoriçi) hilweşe u ji dilava cerdewanan, endamén PKK’yi, ji bo parastina herémi weki polis béte wezifedar kirin.(Ko bi tirki dibéjin öz savunma güçü)
6- Divét dewlemendiyén herémi bi dewleté re, bi hevkari u bi hevpari béte bikaranin.
Gelo ev héz dé çi bike?
1- Ger miroveki Kurd, doza Kurdistanek serbekoyi bike u cudahixwaz be, ne hewceye ko hézén Tirki bibe mudaxil, hema sererast, ji teref hézén herémi ve, (hézén polisén PKK’yi) dé béte astengkirin an béte girtin u an béte işkence kirin.
2- Ev héz, dé hemu şaredariyén herémi weke fedaiyan piparéze.
Encam:
Bi vé bernameyé édi Kurdistan dibe xeyal. Di nav rupelé diroké de, dé bihele.
Peymana Lozané édi sexlem- muhkem dibe.
Mehmet Emin Özbilen
(Nasname.com)