Polîtîk

Kurdistan li nîvfînalê ye

Di turnuwayeke ku ji aliyê FÎFAyê ve hatiye pejirandin, li Filîstîn hat organîzekirin. Di turnuwayê de tîma Kurdistanê jî cih girt ku ev, cara ewil diqewimî ku tîma Kurdistanê di pêşbirkeke navneteweyî de dilîze.

Tîma Kurdistanê a Futbolê, di pêşbirka ewil de, 3 û yek Moritanya têkbir. Kurdistan doh jî derkete pêş tîma Filîstinê û pêre 1 û 1 berambere ma. Di encamê de tîma Kurdistanê a futbolê di rêza yekem de derkete nîvfînalê.

Kurdistan, wê 22ê gulanê derkeve pêşpirka nîvfînalê a ewil.

Ev serkeftina Kurdistanê, bi meraq ji aliyê Kurdan ve hate şopandin û li hemû der û deverên ku Kurd lê dijîn kelecanek mezin derxiste holê.       

Back to top button