Polîtîk

Barzanî: Divê enerjî bo xweşkirina jiyana welatiyan be

Îro (20.05.2012) li Hewlêrê û bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, kar û xebatên konfrensa navdewletî a enerjiyê li jêr dûrîşmê (Ji Hewlêrê bo Cîhanê, rêya enerjiyê û herêma Kurdistanê bo geşepêdanê) dest pê kir û dê du rojan berdewam be.

Konfrensa navdewlewtî a enerjiyê ku, ji aliyê rêxistina STEM ve hatiye amadekirin, gelek kompaniyên warê patrol, enerjî û hilbirîna derametên xwezayî, bi taybeyî kompaniyên tirkî tê beşdariyê dikin. Herwesa Taner Yeldiz wezîrê enerjî yê hikûmeta Tirkiyeyê, Aşitî Hewramî wezîrê dermatên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê û hijmareke wezîr, diplomatkar û berprisên îraqî û cîhanê di konfrensa enerjiyê de beşdariyê dikin. Di konfrensê dê mijarên mîna çewaniya ber bi pêşvebirina warê enerjî û patrolê li herêma Kurdistanê û rola Kurdistanê di dabînkirina enerjiya cîhanê de bêne lêkolîn kirin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di konfrensa enerjiyê de peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de tekîd kir ku divê deramet û samanên xwezayî bo xweşkirina jiyana xelikê Îraqê bên bikaranîn:

– Em li herêma Kurdistanê dixwazin samanên xwezayî ji bo xweşkirina jiyana tevaya xelikê Îraqê bên bikaranîn. Hatina wezîrê enerjiyê yê Tirkiyeyê bo herêma Kurdistanê îşareteke ji bo têkeliyên bihêzên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de. Em dikarin enerjiyê ji bo xweşkirina jiyana hevwelatiyan bikarbînin, ne ji bo nexweşiyê û şerî.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku neft û gaza herêma Kurdistanê dê ji bo dabînkirina enerjiyê bo cîhanê roleke giring hebe. Barzanî behsa rola giringa Tirkiyeyê kir û got:

– Nuha Tirkiye mezintirîn hevbeş û berhemînere li herêma Kurdistanê. Em kêfxweş in ku têkrliyên me digel Tirkiyeyê di warê enerjiyê de ketîne di qonaxeke nû de. Em van têkeliyan bilind dinirxînin. Em dê li gor destûra Îraqê li ser siyaseta xwe ya di warê neft û gazê de berdewam bin. Neft û gaza herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina enerjiya cîhanê dê roleke giring hebe.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di berdewama peyva xwe de daxwaz ji parlamentoya Îraqê kir ku, lezê li pesindkirina qanûna neft û gazê bike:

– Me di nava 5 salên borî de, di warê neftê de, pêngavên rast û dirust avêtine. Belge ji bo vê yekê jî pêşkeftina herêma Kurdistanê ye. Em dixwazin ku qanûna neft û gazê bi zûtirîn dem li parlamentoya Îraqê bê pesind kirin daku, li gor qanûn û destûrê teamil digel nefta herêma Kurdistanê bê kirin.

Barzanî got jî ku, siyaseta herêma Kurdistanê a di warê neftê de ji a hindek berprisên îraqî cudaye, herêma Kurdistanê naxwaze ew samanê giring ji bo heyfhilandinê bê bikaranîn.

Back to top button