CîhanRojev

Serokê Kurdistanê hêviya selametiyê ji Mîrê Kuweytê re xwest

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li nameyek da ji bo Mîrê Kuweytê rêzdar Şêx Sabah Al Ahmed Al Cabir Al Sabah, bi helkefta serkeftina wê neştergeriya ji bo cenabê wî hatibû encamdan, xweşhaliya xwe derbirî û pîrozbahiyê lêkir, her wiha ji xwedayê mezin jî hêviya selametî û başbûna bi lez jî xwest.

Her wiha Serok Nêçîrvan Barzanî îro yekşem 19.07.2020 li nameya xwe da, hêviya tendûristiyeke baş û temen dirêjiyê ji bo rêzdarê Mîrê Kuweytê xwest û berdewamiya pêşketin û xweşguzeraniyê jî, ji bo gel û dewleta Kuweytê ya li sayeya cenabê wî da xwest.

Back to top button