
Îro yekşem 19.07.2020 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê û şandeke li gel kir.
Li hevdîtinê da ji bilî behskirina peywendiyên Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê, peywendiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal jî mijareke dinê civînê bû.
Serok Barzanî careke din tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê girîngiyê li peywendiyên xwe yên li gel cîranan dinêre herdem jî li wê baweriyê bûne ku berjewendiyên hevbeş û parastina wan berjewendiyan me kom dikin.
Ji aliyê xwe ve birêz Zerîf xweşhaliya xwe bi vê serdanê û dîtina Serok Barzanî derbirî.