Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî û Zerîf rewşa navçeyê guftûgo kirin

Êvariya îro yekşem 19.07.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê û şandekî li gel kir.

Li civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Îranê, kêşeyên Hewlêr – Bexda û hewl û guftûgoyên çareserkirina wan, rewşa navçeyê bi giştî, pejika virusa Korona û encamên wê yên bi taybetî li warê aboriyê da, şerê dijî terorê li Iraqê û çend pirseke din guftûgo kirin.

Li kombûna ku birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Îran li Bexda û hejmareke berpirsên ji her du aliyan amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî û birêz Zerîf tekez li ser bihêztirkirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Îranê û girîngiya aramiya Iraq û navçeyê û çareserkirina kêşe û aloziyan bi guftûgo û hevdû têgihiştinê kir.

Piştî civînê jî her du aliyan li civîneke rojnamevaniyê da tîşk xistin li ser naveroka civînê. Serok Nêçîrvan Barzanî xweşhaliya xwe bi serdana Wezîrê Îranê û şanda pêre re nîşanda û ragihand Herêma Kurdistan bi girîngiyeke zêde ve li peywendiyên xwe yên li gel welatên cîran dinêre, Îran jî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi cîran û hevsûyeke gelek girîng da zanîn‌.

Her wiha rêzdar got: Herêma Kurdistan tu demekê piştgîrî û hevkariyên Komara Îslamî û gelên Îranê ya di demên dijwar û rojên teng de ji bîr nake. Îran herdem wekî dost û cîraneke li hemû qonaxan da li gel me rawestaye, niha jî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê peywendiyeke dostaneya cîrantiyê li ser bingeha rêz û berjwendiya hevbeş li gel Komara Îslamî, pêwîstiyeke li pêş û girînge.

Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha dûpat kir ku Herêma Kurdistanê ji bilî peywendiyeke kevnara dîrokî, aborî, civakî û çandî, tevgereke berfirehê danustandina bazirganî jî li gel Komara Îslamî da heye. Pêşxistina wan peywendiyan û berfirehkirina alîkariyên hevbeşên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamî li wan waran da ku pêwîstî û cihê girîngiya her du aliyan, xwesteke berdewam ya Herêma Kurdistane û herdem me li ser kar kiriye û dikîn.

Her wiha got: Li gel cenabê Wezîr peywendiyan û pêşhatên dawî ya rewşa navçeyê bi giştî, her wiha pêgeh û rola girîngê Îranê li hevkêşeyên navçeyê da me guftûgo kir. Me dakokî li ser pêwîstî û girîngiya aramiya li Iraq û navçeyê, guftûgo û hevdû têgihiştinên ji bo çareserkirina aştiyaneya kêşe û aloziyan kir.

Balkişand li ser wê yekê jî ku behsa belavbûna pejika virusa Korona û bandorên wê kirine bi taybetî li warê aborî da, her wiha bandorên wê yên li ser hatin û çûnê û tevgera derbasgehên tixûbiyên li gel Îranê, çawayiya rûbirûbûna pejikê û ezmûna Îranê ya li vî derbarî de û li gel çend pirseke ji bo her du aliyan girîngê hevbeşbûn kirin.

Li dawiyê de Serok Nêçîrvan Barzanî spasî birêzan Balyozê Komara Îslamî li Bexda û Konsolên wan yên li Hewlêr û Silêmaniyê kir ku roleke ber bi çav li pêşxistina peywendiyên her du aliyan da dibînin.

Her li vê civîna rojnamevaniyê da birêz Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê li gotara xwe de got: Spasî mîhvandariya germ ya bira û dostê minê gelek baş yê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê birêzê Herêma Kurdistanê dikim li Hewlêra gelek xweşik. Gelek xweşhalim ku ji bo sêyemîn care di dema berpirsiyariya min ya li serdana Iraqê de ew derfet ji bo rexsa ku serdana Herêmê jî bikim.

Her wiha got: Ji bo me Iraq bi hemû netewe û grûpên mezhebî û nîjadiyên xwe ve gelek ezîze û cîraneke başe û ewlewiyeta siyaseta me Iraqe û dixwazîn ku şahîdê peywendiya dostane û birayane û hevkariya li navxweya Iraqê û di navbera Iraq û navçeyê bi taybet Komara Îslamiya Îranê bîn.

Gelek xweşhalîn ku îro navçe ji rastiyên Iraqa nû têgihiştiye. Helbet ji bo hinek welatên navçeyê gelek domand ji bo qebûlkirina rastiyên Iraqa nû, lê belê gelek xweşhalîn bi wê yekê ku îro navçe wê rastiyê wergirtiye, Iraqek ku ji hemû neteweyan pêkhatiye û Serok Komarê wê jî Kurdeke Iraqî ye. Eve jî gelek girînge ku ev Iraqe li navçeya me da bi fermî hatiye nasandin û li gel vê Iraqê wekî mîhwereke ji bo aştî û aramiyê li navçeyê de muamele li gel da tê kirin.

Her wiha got: Îran pêşwaziya vê rola Iraqê dike û me peywendiyeke gelek nêzîk li gel xuşk û birayên me heye, li Herêma Kurdistanê, peywendiyeke gelek nêzîkê çandî û malbatî û her wiha xizmayetî jî heye, her wiha me peywendiyeke baş ya aborî li gel Herêma Kurdistan û Iraqê heye û hevkariya aboriya me li gel Iraqê berdew‌am li geşbûnê daye.

Birêz Wezîrê Derveyê Îranê her wiha got: Dilxweşîn ku her wiha virusa Korona jî nekarî rêgiriyê li peywendiyên me yên aboriyên li gel Iraq û bi taybetî Herêma Kurdistanê bike û derbasgehên tixûbiyên me li gel Herêma Kurdistanê berdewam vekirî bûn û hêvîdarim her dem her wiha bibe. Amadehiya me ya ewe heye ku ji bo rûbirûbûna vê virusa metirsîdar li gel dostên xwe yên li Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê hevkariyê bikîn û bikarîn ezmûnên xwe li xizmeta dostên xwe de bikîn, amadeyîn peywendiyên xwe yên aborî zêdetir geş bikîn û projeyên demdirêj bi taybetî li warê navçeyên pîşesazî û rêya hesinî û li warê uze û enerjiyê da li gel Iraqê peywendiya me hebê. Hêvîdarîn li serdana roja sêşemê ya Serok Wezîrê birêzê Iraqê da ya ji bo Îranê bikarîn bingeha wan hevkariyan berfirehtir bikîn.

Careke din spasî vê pêşwazî û mîhvandariya germ ya birêz Nêçîrvan Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên herêmê dikim û hêvîdarim hemû roj peywendiyên me berdewam û bihêztir bê. Her wiha bîranîna Şehîd Silêmanî dikîn ku gedeyeke baş û roleke ber bi çav li hevkarîkirina li gel serbazên azayên Iraqê û Pêşmergeyên azayên Kurdistanê de hebû ku beramber Da’îş û ji bo nehiştina metirsiyên Da’îş li ser Hewlêrê de hebû, bîranîna wî bi bilind dinirxînîn û hêvîdarîn ew birayetiya di navbera Îran li gel Herêma Kurdistan û Iraqê bi berdewamî bimîne. Careke din spasî mîhvandariya we dikim cenabê Serok.

Back to top button