Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro yekşem 20/01/2013 bi serdanekî berev Ewrupa birêket û rêzdar li çarçêweya vê geştê da serdana çendîn welatên Ewrupî dike û li kongreya Aboriya Davos a li Swîsreyê de amade dibe.
Li vê serdanê da şanda li gel Serok Barzanî ji birêz Îmad Ehmed Cîgirê Serok Wezîr û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê û Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Siruştî û Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêmê û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatiye.