Civak

Polis teqîna Kerkûkê eşkere dike

Rêveberê polîsên bajar û bajarokên Kerkûkê eşkere kir ku çend agahiyên despêkê teqînên heftiya borî yên li Kerkûkê ketine destê wan û wê di demekî nêzîk de hûrîtiyên wê belav bikin.

Rêveberê polîsên bajar û bajarokên Kerkûkê Serhed Qadir di daxuyaniyekê ji Rûdawê re ragihand ku wan kariye bigihin serdavekî bûyerê û wiha got: “Emê di demekî nêzîk de û piştî temambûna lêkolînan wan hûrîtiyan eşkere bikin.”

Di teqînên 16’ê Çile yên li bajarê Kerkûkê de 31 kes hatibûn kuştin û 175 kes jî birîndar bibûn. Herwiha 15 otomobîl şewitîbûn, zerer û ziyanekî bi milyonan dînar çêbibû.

Duh grûbek bi navê Şimşêrî Tole ku xwe wekî nêzî rêxistina El-Qaîde dabûn naskirin, berpirsyartiya teqînên Kerkûkê girtibû stûyê xwe.

 

Hîwa Husamettîn/Rûdaw

Back to top button