Polîtîk

Serokê Kurdistanê Êrîşa Teroristî şermezar dike

Ragihandinek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê êrîşa terorîstiya îro ya bajarê Kerkûk

Roja yekşem 03.02.2013 Birêveberiya Polîsên bajarê Kerkûk kete ber êrîşa namerdaneya komek terorîstên xwekuj û li encamê da hejmarekî zêdeyê hêza polîs û welatî şehîd û birîndar bûn. Armanca terorîstan êrîşkirina li ser polîs û dam û dezgehê emniyên dinê bajarê Kerkûk têkdana bingeha serekiya parastina Kerkûk û navçeyên dewrûber bo ku asûdeyî û pêkvejiyana runiştvanên Kerkûkê têk bidin.

Em gelek bi tundî wê êrîşa nemirovane şermezar dikîn û serxweşiyê li kesukarê şehîdên wê karesatê dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndarên wê rûdawa diltezîn dixwazîn. Daxwaz ji aliyê pêwendîdarên Hikûmeta Herêmê dikîn bi hemû şiyanek ve yarmetiya qurbaniyên wê rûdawa terorîstî bidin.

Li vir da palpiştiya xwe ya tevahî ji bo xelkê xweragirê Kerkûk û polîs û dam û dezgehên emniyê wê bajarê xweşdivî radigihînîn. Tekez jî dikîn tu cûre planekî neyaran û nehezên aştî û tebayî nabê sedema paşgezbûna welatiyên ser bilindên bajarê Kerkûk li daxwaziyên rewa û destûriyên wan.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
03.02.2013

Back to top button