Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê teqînên Kerkûkê şermezar dike

Sefîn Dizeyî berdefkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, îro sere sibê roja yekşemiyê, careke din bajarê Kerkûkê bo armanca terorîstan û di encama çend teqînan de zêdetir ji 100 hevwelatiyên bê tawan şehîd û birîdar bûn.

– Hikûmeta herêma Kurdistanê wan teqînên terorîstî bi dijwarî şermezar dike û di heman demêd sersaxiyên xwe pêşkeşî  malbatên şehîdên wan kiryarên terorîstî dike û daxwaza çakbûnê bo birîndaran dike.

Dizeyî got ku, hikûmeta herêma kurdistanê hemû nexweşxane û saziyên saxlemiyê ji bo pêşwazîkirina birîdaran amadekirine û divî warî her tiştê pêwîste be hikûmetê dê bo wan bike.

– Hikûmeta herêma Kurdistanê tekîd dike ku, ji bona parastina emniyet û îstîqrara bajêr, bajarê Kerkûka xweştivî pêwîstî bi pilaneke emnî a başitr û mokimtir heye. Hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye hemû awayên piştgirî û alîkariyê bike daku, kiryarên terorîstî yên weke îro qewimîm dibare nebin û hemû pêkhatên Kerkûkê di nave min û îstîqrraê de bijîn.

Back to top button