Polîtîk

MÎT Hewlêrê û PKK jî Silêmaniyê dixwaze

Mît dixwaze bi navbeynçîtiya Barzanî danûstandina digel PKKê bike.

Hindek kanalên ragehandinê behsa wê yekê dikin ku, di vê mehê de MÎT dê danûstandina digel PKKê dest pê bike û MÎT dixwaze ew danûstandin li Helêrê bên kirin. Mît dixwaze Barzanî navbençîtiyê bike lê PKK dijî hindê ye Barzanî divê pirsê de zêdetir bihête pêş.

MÎT dixwaze bi rêya Barzanî daxwazê ji PKKê bike ku, danûstandin li Hewlêrê bihên kirin, lê PKK li ser encamdana danûstandina li bajarê Silêmaniyê biîsrar e.
Piştî ev nûçe di mediyayê de û bi tyabetî di mediya tirkî de hatîn weşandin, berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê van nûçeyan red dike û dibêje ku, haya hikûmeta Kurdistanê ji tiştek wisa ku danûstandin li Hewlêrê dest pê bikin û MÎTê ew daxwaz ji Barzanî kiribe, nîne.

Sefîd Dizeyî berdefkê hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje ku, ew nûçeyên hatîne weşandin ku, dê di destpêka vê mehê de li hewlêrê danûstandin di navbera Enqere û PKKê de li Hewlêrê bi navbeynçîtiya serok Barzanî dest pê bikin, ji ratiyê dûrin û haya hikûmeta Kurdistanê  tu zaniyarî li vî warî de nînin.

 

Rojeva Kurd

Back to top button