Nivîsar

Kurdan ji dev daxwaziyên xwe yên netewî û dewletbûnê bernedane

Di vê dema dawî çepên Tirkan li ser daxwaziyên Kurdan dîtinên xwe dibêjin. Taybetî piştî axavtina parlementera CHPê Birgul Ayman Guler di parlementoyê de kirî û gotî ku “ Neteweyê Tirk û Miliyeta kurd nabê ku bibin wek hev“ berê gotubêjan hate guhertin.

Di rojnama Bir Gun a Tirkî de Selamî Înce nivîsek nivîsiye û bûye zimanê piraniya çepên Tirk. Di nivîsa xwe de dibêje ku, “ Kurdan awayek pêwist bersiva Birgul Ayman nedan. Ne ku kurd wê cidî nabînin, lê Kurdan bi xwe hêdî ji dev daxwaziya dewletbûnê, dewletek netewî û qewmiyetê berdane.“

Herweha nivîskar dibêje, Kurd demokrasiyek radikal dixwazin û dixwazin nasnama wan bê naskirin. Înce ji bo vê jî hinek dîtinên Abdullah Ocalan wek delil dide nîşandan û behsa nivîs û parastina ku Ocalan di dadgehê de kirî dike.

Mimkine Ocalan li gora dilê çepên Tirk biaxive. Mimkine PKKê dewleta Kurdî naxwaze û tenê doza “ Xweseriya Demokratik“ bike. Yan jî PKK ji azadiya Ocalan pêve tiştek din nexwaze. Ev dîtinên PKKê ne. Lê Miletê Kurd jî dixwaze weke her miletekî di li herêmê û cîhanê bibe xwedî dewlet.

Li Tirkiye kesekî heta wek îro wek çepên Tirk li dewleta xwe, li cumhuriyeta xwe xwedî derneketiye. Ew dijê Tevgera Kurd bûn ji bo ku Kurdan azadî û mafên xwe yên netewî dixwestin. Li  himber daxwaziyên Kurdan çepên Tirk wek dîwarekî sekinîn.

Lê dema kurd daxwaziya hinek tiştên demokratîk, rojane bikin û behsa dewletbûna yan jî mafên xwe yê netewî nekin dê çepên Tirka daxwaziyên Kurdan maqûl bibînin. Lê dema behsa mafê netewî bikin nabe. Ji bo çepên Tirka daxwaziya Kurdan ya mafên netewî xeta sor e.

Lê ev yek ne pirsa çepên Tirkan e. Pirs pirsa Kurdan û daxwaziyên Kurdan e.

Eger çepên Tirkan dijê dewletek netewine. Bila ji bo xwe jî dijê vê yeke bin. Em îro dibînin ku ji bo parastina cumhuriyeta ku li ser inkar û îmha Miletê Kurd hatî avakirin ,çewe bi dijwarî li berxwe didin.

Ne hevceya mirov gelek dûv dirêj bike. Lê eger çepên Tirkan hemî alî û grub ku xwe çep, sosyalist yan jî komunist dibînin, qebûl bikin ku, çi mafê Tirkan li Tirkiye heye bila ew mafên Kurdan jî hebe. Hingê dê mirov behtir bikaribe wan dirust bibîne.

Ala we heye, bila ya me jî hebe. Navê welatê we heye bila yê me jî hebe. Zimanê we fermiye bila yêmejî fermî be. Ew ziml û zordariya we bi sedên salan jî kirîn bila ji were be.

Niha li tenişta me beşek ji welatê me xwedî mafin, divê kêmasî em jî welê bin.

Di bingehê xwe de, li Tirkiye pirsgirêka Kurdan di pila yekem de li gel grub û siyaseta li cumhuriyetê xwedî derdikeve heye. Ew aliyên ku statukuyê heta wek îro diparêzin, hertişta ku li kurdan hatî kirin wan û zihnîyeta wan kiriye.

Lê heta kurd girîngiya mafên xwe yên netewî nebinîn û di çerçoveyek îdeolojik de pirsa kurd binirxînin dê bibin pêkenukê hinek aliyên siyasî li Tirkiye.

Dema Kurd doza mafên netewî dikin di çavên çepan de, qewmîne, paşverone û prîmîtîvin. Lê dema kurd behsa mafên netewî nekin tenê di sinorên ku wan danî daxwaziya hinek mafan bikin, dibin demokrat, pêşvero û çep.

Dema kurd destxistina mafên xwe yên netewî bidin pêş, xwedî çi îdeolojiyê bin ew îdeolojîya wan zererê nade daxwaziyên neteweyî. Lê dema daxwaziyên netewî bêxin di xizmeta îdeolojiya xwe de hingê bi navê îdeolojiya xwe zererê didin tevgera xwe ya bingehîn.

4.2.2013
Dara Bilek

Back to top button