Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Alan Dîlan serokê kongreya cîhaniya kurdî, li bajarê Hewlêrê di preskonfrensekê de behsa sazkirina duyemîn konfrensa cîhaniya kurdî ku, biryare îro li Hewlêrê dest bi karên xwe bike kir û got: 

– Kongreya cihanîya kurdî roja 12.10.2012ê dest pê dike û roja 15.10.2012ê bi dawî tê. Roja yekemîn serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyvekê pêşkeşî dike, roja duyemîn Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi gotarekê beşdariyê bike û roja sêyemîn jî Erselan Bayîz bi gotarekê beşdariyê bike. 

Felah Mistefa di preskonferensê de got ku, armanca hikûmeta herêma Kurdistanê ji sakirina vê kongreyê ewe ku, pirekê di navbera kurd û kurdistaniyên derve digel kurdistaniyên navxwe ava bike daku, fêdey ji tecrûbe û îmaknên hev du werbigirin: 

– Herêma Kurdistanê dest bi qonaxeke avadankirin û vejandinê kiriye, ew pêngavên heta nuha me avêtine bi alîkariya û beşdariya direct a kurdistaniyên derve bûye. Nuha jî em dikarin ji bona diruskirina lubiyek xurt fêdey ji îmaknên wan werbigirin. 

Alan Dîlan serokê kongreya cîhaniya kurdî di preskonfrensê de got ku, miletê kurd xwedî sermayeykî mezin yê zanistî ye, lê piraniya xwediyên zansitê li devey welat dijîn. 

– Em dixwzin niha vegerin Kurdistanê û xizmeta welatê xwe bikin. Me welatekî azad heye, beşek ji Kurdistanê azad e, em dixwazin vegerin û mil bi mile pêşmergeyên dêrîn û yên nû bi rêya qelemî ximzeta miletê xwe bikin. 

– Nêzîkî 300 kes ji şareza, pispor û xwedî diplomayên bilind ji dervey welatî hatine beşdariyê div ê konfrensê de bikin û ji navxweyê Kurdistanê jî nêzîkî 300 kes beşdariyê dikin.

Wek tê zanîn yekemîn kongreya cîhaniya kurdî parsal li Holendayê hatibû saz kirin.

 

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: