Salvegera xatirxwestina Mehmet Uzun
Xwediyê gellek roman û berhemên bi Kurdî, nivîskarê nemir Mehmet Uzun, îro li ser gora xwe, bi beşdariya gellek kesan rehmet jêre hate xwestin. Di merasîmê de nivîskar Şeyhmus Diken, Şaredar Abdullah Demirbaş û hevjîna Mehmet Uzun, Zozan Uzun axftin kirin.
Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun ê ku 11’ê cotmeha 2007’an jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Deriyê Mêrdînê li ser gora xwe hate bîranîn. Ligel malbata Uzun, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Helbestvan Hîcrî Îzgoren û gelek kesên din tevlî bîranînê bûn. Piştî rêzgirtinê nivîskar Şeyhmus Dîken axifî û diyar kir ku, Mehmet Uzun li pey xwe mîrateyekî gelek mezin hişt, lê ew xwedî li vê mîrateyê baş derneketin û wiha got: “Mehmed di wêjeya Kurd de bi pênûsa xwe şopekî mezin hişt.”
Hevjîna Uzun, Zozan Uzun jî axaftina xwe bi bîranînekê dest pê kir û wiha got: “Nîva şevê di xewê de hişyar bû lempeya odeyê hilkir. Ez jî hişyar bûm. Min pirsa ‘Çi çêbû tiştek qewimî?’ pirsî. Ji min re got, ‘Lehengekî min tiştek ji min re got, ez ji bo wê binivîsim rabûm’ Mehmed di jiyana xwe ya niviskariyê de gelek bi dîsîplînî dixebitî.”
Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş jî diyar kir ku, pirtûkên Uzun di jiyana wî de cihekî gelek mezin girtine û wiha got: “Êdî em xewnên xwe bi kurdî dibînin.” Demîrbaş, anî ziman ku Şaredariya Surê mala diyarî Uzun kirî dê di demek kin de bike muze û wiha axivî: “Divê hemû kes tevlî xebatê bibin û tevkariyê pêşkêş bike.”
Piştî ku axaftin bi dawî bûn, hunermed Udî Yervant Bostanci yê ku ji Emrîkayê ji bo bibîranîna Mehmet Uzun hatibû Amedê, li ser gora Uzun, bi uda xwe dilê nivîskarê nemir şad kir.