Polîtîk

Li Lîceya Amedê helîkopterek ket: Leşkerek mir 7 birîndar in

Li nêzika gundê Abaliyê ku girêdayê navçeya Amedê Lîceyê ye, helîkoptereke leşkerî a artêşa Tirkiyê, Skorsky S-70, li gorî ragihandinan, bi ber têlan ketiye û mecbûr maye ku xwe daxîne ser erdê lê di vê de serneketiye û ketiye xwarê. Di encama ketina helîkopterê de, leşkerekî jiyana xwe ji dest daye û 7 leşker jî birîndar bûne.

Di derbarê ketina helîkopterê de Serfermandariya Artêşa Tirkiyê daxuyaniyek da. Li gorî vê daxuyaniyê, bûyer, îro seet di derdorê 11.45 an de pêk hatiye. Helîkopteri aîda Fermandariya Giştî a Cendermeyan bûye. Helîkoptera ku leşker girtine û bi hewa ketiye, bi têlên ceryanê ketiye û ketiye xwarê.  

Back to top button