Polîtîk

Serokê komisyona destûrî li Mêrdînê bû

Mêrdîn – Serokê komisyona destûrê Dr. Burhan Kuzu tevlî semînerekî li Mêrdînê bû. Li Mêrdînê zangoya Artuklu bi navê “ Lêgerandina Tirkiye ya destûrek nû, naverok û metod“ semînerek darxist û Kuzu jî wek mevanê semînerê bû. Li gora ku Kuzu ragihand; di destûra nû de zimanê Kurdî wek zimanê fermî cîh nagire, û ev ne mimkine.“ Li ser pirsa navên cihan cardin bibin Kurdî Kuzu got “ Ji bo vê guhertinên destûrî ne pêwiste, eger xelkên cih bixwazin nav tên guhertin. Herweha li ser pirsak u zimanê Kurdî di dibistanan de wek zimanê perwerdê bê xwendin, Kuzu got: Ji bo vê jî guhertina destûrî nave.Wezareta perwerdê dikare bi guhertinekî vê yekê pêkbîne.

Back to top button