Mesrûr Barzanî beşdarî konferensa (Paşeroja Rojhilata Navîn) kir
Piştî ku li ser vexwandina senatorên Fransayê ya bi mebesta beşdarî kirin di konferansa Paşeroja Rojhilata Navîn ya ku li Fransayê hatiye li darxistin,Mesrûr Barzanî serokê ajansa Parastina asayîşa Kurdistanê serdana Fransayê kir û ji aliyê senatorên vî welatî ve hate pêşwazîkirin, di roja yekem ya destpê kirina konferansannavborî de Mesrûr barzanî peyvek pêşkeş kir.
Mesûrû Barzanî di destpêka peyvên xwe de bi kurtî rewşa Fransayê ya 200 salên pêş rave kir ku çewaniya serkeftina belavoka mafên mirovan şopand û balkêşande ser têkeliyên di navber tak, dewlet û peyvendiyên di navbera civak û taken civakê de û di vê derbarê de jî gotine fîlesofê mezin Mintisico bi bîr anî.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de meseleya desthilat û parstina mafên mirovan jî ji aliyê desthilatê ve şîrove kir û ragihand ku, ti desthilatdarek nikare rastiya azadî û mafên mirovan fêm bike. Ji ber vê çendê jî heta niha li cîhanê de çendîn bûyerên cur bicur yên hovane qewmîne.
Barzanî di beşeke din ya peyva xwe de sedema vê yekê jî wisa da diyar kirin: Gawa ku desthilat di destê takekî de be ev kes hertim hewl dide ku desthilata xwe berfire bike, ji ber vê yekê jî hinek car gengaze ku, desthilata zêdebûyî bi awayekî şaş jî werê bikar anîn.
Mesûr Barzanî nimûneya vê yekê jî Îraq nîşan da û eşker kir ku, di dema piştî şer de gelên Îraqê bi tevahiya pêkhatieyên xwe ve rûbirûyê bûyerên bi vê rengî bûne û rejîma diktator heta ku kariye zixtê li gelê Îraqê kiriye.
Serokê ajansa Parastina emniyeta herêma Kurdistanê di peyva xwe de bi gêştî rewşa siyasî, ewlekarî, civakî û abûrî ya Îraqê şîrove kir û sedemên pêşneketina Îraqê jî destnîşan kir ku yek ji sedemên rewşa nebaş ya îro ya Îraqê weke lawaz bûna desthilata Îraqê bilêv dike û diyar dike ku, lawazbûna desthilata navendî ya Îraqê, berejwendî perweriya kesên ku bi dengên xwelkê desthilat bi dest digrin bûye sedema vê ku rewşa siyasî û rewşa ewlekarî ya Îraqê aloz bibe û terorîstên Herêmî û Navnetewî berê xwe bidin Îraqê û bi kiryarên xwe welatiyên Îraqê bitirsênin.
Mesrûr Barzanî piştî şopandineke gêştî ya rewşa Îraqê bale dikêşîne ser rewşa Kurdistanê û dibêje, ev rewşa han ku îro li Kurdistanê de heye encama çendîn sal xebat û têkoşana gelê kurd û encameke ji hebûna çanda li hevhatin û jihevfêm kirina gelê kurd ya li hemberê Neteve û kemeneteweyên dine.
Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de dibêje: Rêya herî baş ya ji bo zalkirina aştî li Îraqê û baştirkirina rewşa Îraqê gêrêdayîbûn bi destûra bingehîn ya Îraqêye ku ji sedî 80 dengderên Îraqê dengê xwe dane wê destûrê. Destûra bingehîn ya Îraqê rêya çareserkirina kêşeyên heyî yên li Îraqê destnîşan kiriye, lewre tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê divê bi tevahiya hêza xwe ve hewl bidin daku destûra bingehîn ya Îraqê bê cîhbicîh kirin, ji ber ku eger destûra bingehîn ya Îraqê neyê cîhbicîh kirin vê bê guman careke din gelên Îraqê rûbirûyê zext û zoriyan bibin bêyê ku girîng be ka kî desthilatdare, bi vê wateyê ku, eger destûra bingehîn yê Îraqê biçîh nebe vê demê careke din dîktatoreke din zext û zorê li gelên Îraqê dike.
Serokê ajansa Parastina emniyeta herêma Kurdistanê di dawiya axaftinên xwe : Hikûmeta Îraqê pêwîste bikaribe baweriya tevahiya welatiyên xwe bi dest bixe û jiyaneke baş ji wan re bêyî tu cudatî temîn bike.
Pêwîste Îraq gerentî bide me ku ti careke din aliyê desthilatdar û bihêz nebine aliyên çewsêner û komkujyê bo gelê kurd.
(KRG)