Polîtîk

Serok Barzanî pêşwazî li Ehmed Turk kir

Vîyena – Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî, di çarçêweyê serdana xwe de ya ber bi Awustriya (Nemsa) ve, pêşwazîya Ehmed Turk û şandeyeka bilinda BDP (Partîya Aştîyê û Demokrasîyê) kir û pêşwazîya şandeyeka partîya AK ya Turkiyeyî jî kir.

Endamê parliyamenta Turkiye Dengir Firat jî di nava evê şandeya AKP de bû û çand berpirsên dinên AKP jî di evê dîdarê de amade bûn.

Di evê dîdarê de ya ku doh êvarê hat sazdan, behsa pirsa kurd hat kirin û bi awayekî taybetî jî, behsa prosesa niha ya di bareya çareserkirina pirsa kurd de hat kirin.

Di evê kombûnê hat xweztin, ku pirsa kurd aştîyane bihê çareserkirin û pêngavên ku di evî çarçêweyî jî de hatine havêjtin, bêtir geş bibin û li pêştir bikevin. 

 

(PNA)

Back to top button