Nivîsar

Serdanek Dîrokî

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ji teref serokê Amerîka Barak Obama ve ji bo Amerîkayê hate vexwandin û li ser vê yekê Barzanî serdana Amerîka kir. Desthilatdariya amerîka gelek girîngiyek taybet da vê serdanê. Ev serdan ji bo siyaseta Kurdistanê bû wek mîladekî û serdanek gelek dîrokî bû. Barzanî, li gel serokê  Amerîka Obama , cîgirê serok Biden, wezîra derve Hilary Clinton, wezîrê Parastinê Gates , wezîrê bazirganîyê Gary Locke, gelek senatorên bi pirsa Kurd ve pêwendîdar û siyasetmedarên Amerikariyan re hevdîtin pêkanîn. Herweha Barzanî  li gel gelek dezgehên sivîl yên civakî û li gel rawenda Kurd û mesîhiyên Kurdistanê li Amerîka jî hevdêtin kirin û semîner dan, di derbarê Kurdistanê de dîtinên wan standin û plan û projeyên xwe ji bo pêşeroja Kurdistanê û Iraqê ji wan re zelal kirin. Barzanî li dezgehê  ramanê yê Amerîkayê Brookings Enstîtu yê beşdarî civîna binavê “Semînera Dahatiya Iraqê û Hilbijartinên Nêzîk” bû.

Serokê Kurdistanê piştî hilbijartinên Kurdistanê û ji berî ku hilbijartinên Iraqê  hate vexwandin. Dema mirov li hevdîtin û çelakiyên serokê Kurdistanê û şanda pêre li amerîka dinêre girîngiya vê serdanê ji xwe ve derdikeve holê. Ji aliyek din ve pêşewaziya Barzanî li gora protokola serokkomarên dewletan hate kirin. Ev  yek gelekî balkêş bû. Ji ber ku statuquya Kurdistana Başûr kifşe. Lê dema serokê Herêma Kurdistanê li Amerîka wek serokkomarê dewletek serbixwe bête pêşewazî kirin  ev yek bi xwe jî delîlek yê pêwendiyên Kurdan û amerîkane, û peyameke ji bo gelek deveran jî.Pêwistiya Kurdistana Başûr ji hemî  demî gelektir bi dostan û pêwendiyên stratejîk heye. Dema mirov baş li v ê serdanê binirxînê ya herî girîng, Amerîka pişgiriya xwe ji bo desthilatdariya Kurd li Başûr bi awayek zelal dupat kir.

Xwarina cîgirê serokê Amerîka ji bo şerefa Barzanî dayî bû zemînek ji bo dostbîniyê û gelek pirsên siyasî li ser vê xwarinê hatin rojevê û bi vê Amerîka xwest germî û samimiyeta dostaniya xwe ji bo serokê Kurdistanê bide diyar kirin. Herweha hevdîtina li gel wezîrê bazirganîyê Gary Locke hatî kirin xwedî  nirxek taybetî bû. Di wextê xwe de li Ranya li ser pirsekî di derbara demana pêwendiyên Kurdistanê û Amerîka, Barzanî bersivek bi vê awayî dabû:“  Hun dipirsin demana dostaniya Amerîka û Kurdan çiye? Baştirîn deman ewe ku pêwendiyên darayî(ekonomîk ) li ser binhehek saxlem bêne avakirin. Pêşdebirina bazirganiyê li ser bingehek rast dibe demana herî baş ji bo pêwendiyan.“ Dema li Amerîka hevdîtin li gel Gary Locke hate pêkanîn vekirî xûyakir ku, Barzanî dixwaze di pêwendiyên  di navbera Amerîka Kurdistanê de li ser bingehek saxlem demanekî peyda bike.

Di daxûyaniyekî de  berdefkê wezareta parastinê ya Amerîkayê dibêje: “ … di vê civînê de jî tekîd li ser wê yekê hat kirin ku Amerîka piştevaniya emin û asayîşa hikûmeta herêma Kurdistanê û pêşketina wê di çarçoveyê Îraqeke bi îstîqrar û yekgirtî de dike.” Ez bawerim di vê serdanê de tişta serokê Kurdistanê dixwest pêkhat û rola Barzanî ji bo istiqrar û asayişa Iraqê jî gelek bilind hate nirxandin. Ev y ek prestija desthilatdariya Kurdistanê jî çavê cîhanê de dide xûyakirin.

Taybetî semînera ku Barzanî li Enstîtuya Brookings pêkanî,gelekî xwedî nirxek bilind bû. Moderatoriya semînerê ji hêla Dîrektorê Navenda Lêkolînên Rojhilatanavîn ê Saban û pîsporê Rojhilatanavîn Kenneth Pollack ve hate kirin.Pollack civînê vekir û di axaftina xwe de derheqê Mesûd Barzanî de hin agahî dan. Pollack got, di welêt de hemû rê, ber bi “ji aktorên herî girîng ê Iraqê” Mesûd Barzanî ve diçin. Barzanî di vê semînerê de, dîtinên xwe di derbarê hemî Kurdistanê û pirsgirêkên di navbera Baxdayê û Hewlêr de jî heyîn gelek zelal ragihand. Di derbarê tevgera Kurd li Tirkiyê Barzanî got: “  Biryara girtina DTP-ê  nerast e û antîdemokratîk e. Divê gelê kurd jî piştgiriyê bide xebatên “vebûnê” yên Hikûmeta AK Partiyê. Em di wê baweriyê de ne ku, divê mafê kurdên ku hemû deveran de dijîn bêne dayîn û divê êdî  ji rêbazên çekdarî û tundiyê dev bête berdan. Bi rêbazên leşkerî pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û ew piştgiriyê nadin operasyonên leşkerî.“

Herweha Barzanî di derbarê pirsa Kerkukê de jî bi zelalî dîtina xwe wek gelek caran ragigihan . Li ser pirsekî di derbarê pirsa Kerkûkê de Barzanî got: “ Kerkûk, di warê dîrokî, kulturî û erdnîgarî de parçeyek erdnîgariya Kurdistanê ye. Em bi tu awayî  di vî warî de tawîz nadin û vê nakin cihê guftugoyê. Destûra Iraqê û benda 140-ê bo çareserkirina kêşeya Kerkûkê çareseriyek herî baş e, û lêgerînên derveyî vê tu encamekî nadin, em ji derê vê pişgiriyê nadin tu hewldanên din.

Bê goman serokê Kurdistanê bi gelek minasebetan ev dîtinên xwe  gotine û raya giştî ya Kurdistanê di vî warî de helwest û istiqrara Barzanî baş dizane. Lê hevdîtinên li gel desthilatdarî û dezgehên ku siyaseta Amerîka lê têne avakirin, ev dîtin bi zelalî bêne gotin girîngiya wan behtir dibe û dihêlê ku kada navnetewî de pişgiriyek mezin ji bo van dîtinan çêbibe. Ev y ek jî dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibe arîkariyek mezin li gora daxwaziyên kurdan.

Ev seredana dîrokî hem li iraqê û hem jî herêmê rola serokê Kurdistanê ji bo asayîş û aramiya herêmê hate xûyakirin. Herweha çareseriya pirsa Kurd li hemî beşên Kurdistanê de, nawenda çareseriyê jî bi awayekî hate destnîşankirin.

31.01.2010

Dara Bilek

Back to top button