Hunermendê genc Ebdilqadir Zekî Hirorî ji nav me bar kir
Mûzîkvanê genc yê Kurdistanê û şehrezayê amrazê çeloyê Ebdilqadir Zekî Hirorî duhî di buyereka trafîkê de, di rêya vegera xwe de ji Hewlêrê bo Dihokê bi dijwarî birîndar bû û di nexweşxaneyê de li Dihokê timam bû. Wî, hêj genc û di warê hunerê de nûbişkiftî û hêj gelek heyî ku pêşkêş bike ji nav me wexer kir.
Ebdilqadir di sala 1984-ê de li bajarê Dihokê ji dayik bûbû û xwendina xwe li Peymangeha Hunerên Ciwan li wê derê bi dawî anîbû û bûbû mamosteyê muzîkê li eynî peymangehê. Ev sê sal bûn wî xwendina xwe ya mûzîkê jî li Akademiya Hunerên Ciwan li Hewlêrê birêve dibir. Ew endamê grupa muzîkê ya Ejder Show (Azhdar Show), Kam Tarkê û Rubadê bû û di gelek çalakî û konsertan de beşdar dibû. Wî li gel grupeka muzîkê havîna par seredana Swêdê kir û li çend bajarên Swêdê çend konsert pêk anîn.
Em bi koçkirina wî pir xemgîn in, serê malbata wî sax be û bila sebr û hedar di vê xema mezin de behreya wan be û yên mayîn dûrî derd û bela bin.
Hunermend Abdulqadir Zekî Hirorî birazayê Sidqî Hirorî rêveberê giştiyê malpera kulturname.com ê ye
Têbînî: Programa taybet ya Korek Tv ya li ser Ebdilqadirî di malpera www.lezan.net û di YouTube yê de ye.