Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê daxaz kir topbaran raweste

Berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de topbarankirina gundên herêma Kurdistanê ji aliyê leşkerê Îranê ve, şermazar kir.

Kawe Mehmûd berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje:

      Hikûmeta herêma Kurdistanê dilgiranî û nerazîbûne xwe li hember topbarankirina gundên ser sînorê herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta komara Îslamiya Îranê ve diyar dike. Ev kiryara hikûmeta Îranê bervajiya giyanê pêşxistina peywendiyên bi dostînî di navbera her dua hikûmetan de ye. Hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyê bi têkrliyên xwe yên bi Îranê re didie, lê mixabin ku piştî civîna duterefî ji bona parastina sînor. Îranê dest bi topbarana gundan kir ve.

Hikûmeta herêma Kurdistanê tekîd dike ku parastina sînor û aramiya deverê ji wezîfeya her du aliyan e û di berjewendiya hikûmeta komara Îslamiya Îranê, hikûmeta herêma Kurdistanê û di berjewendiya hikûmeta Îraqa federe de ye. Ev yek jî bi rêya kanalên fermî û li ser esasê qanûnên navdewletî  tên çareser kirin. Em daxazê ji hikûmeta Îranê dikin ku wê topbarabê, topbarana deverên ser sînor bi zûtirîn dem rawestîne. Û daxazê ji hikûmeta Îraqa federe dikin ku bi rêya kanalên xwe yên fermî, yên bi Îranê re, wê topabaranê rawestîne

Back to top button