Galip Ensarioglu: Tirkiye mecbur e xwe bigûherîne!
Bernameya Bergeh a ASOsat TV bi birêvebiriya rojnamevan Cemal Batun û panela Bergehê – siyasetmedar Dara Bilek û nivîskar Keya Îzol, serokê Odeya bazirganî û pişesaziyê ya Diyarbekrê Galip Ensarîglu kirin mêvanê xwe ku di bernameyê de diyarkir: “Li pêş Tirkiye ji dervî destpêkirina rêya çareseriyê ji bo pirsa Kurd tu rêyên din neman e!”…
Birêvebirê Bergehê Cemal Batun û panela Bergeh: Keya Îzol û Dara Bilek bûyerên dawîn yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û herweha seredana Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ji bo Amerîka û hevdîtina bi Serok Obama re girtin destan û nirxandin. Bi rêya telefonê jî, ji Diyarbekrê serokê Odeya bazirganî û pişesaziyê ya Diyarbekrê Galip Ensarîglu beşdarî bernameya Bergeh bû. Li ser pirsên rojnamevan Cemal Batun û panela Bergehê Ensarioglu diyarkir ku: “Tirkiye bi pêvajoya destpêkirina vebûna Kurd rêyek rast hilbijartiye. Di nav salê de hin pêngavên girîng hatine avêtin; wekî munaqeşeya rastiya Kurd, wekî gengeşekirina pirsê li Parlementoyê, lê ev yek hîn jî daxwazên gelê Kurd bicîh neanî ne û pêkneanî ne.”
Ensarioglu got ku divê Destûra Bîngehîn ya Tirkiye bête gûherandin. Ji ber ku Destûra Tirkiye tenê etnisiteyekê li Tirkiye tarîf dike û ew jî tenê Tirk in. Ev yek li gel rastiyê na gûnc e. Destûra nû divê Kurdan û kêmneteweyên din jî tarîf bike. Li herêmên Kurd desthilata herêmî bête bihêz kirin, navên gundan, bajaran, deveran li wan bête vegerandin. Li Uniwersiteyan Enstituyên Kurd bêne vekirin, perwerdeya bi kurdî destpê bike, weşana bi kurdî serbest be û efûyek giştî jî bête derxistin. Rêya siyasetê jî divê ji PKK bi xwe re jî bête vekirin… Ger pirsa Kurd bê xwestin ku bikeve rêya çareseriyê de, divê pêngavên di vê çarçoweyê de bêtin avêtin…
Serokê Odeya bazirganî û pişesaziyê ya Diyarbekrê Galip Ensarîglu sala 2010an wekî salek girîng ji bo pêvajoya vebûna Kurd binav kir û got ku wekî Odeya bazirganî û pişesaziyê ya Diyarbekrê ew tiştê dikeve ser milên wan amade ne bikin. Ji xwe wan heta niha gelek rapor pêşkeşî hukimetê, Serokkomar, Serokwezîr û saziyên siwîl ên Tirkiye kirin e. Daxwaz kir ku diyaloga di navbeyna rewşenbîr, siyasetmedar, hêzên siyasî û siwîl ên Kurdan de xûrttir bibe.