Daxuyaniya şeşsaliya karesata yekê sibatê
Wezareta karûbarên şahîd û enfalkiriyan bi minasibeta şeş saliya yekê sibatê daxuyaniyek de.
Wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan a hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje ku berî şaş salan, di roja yekê sibata sala 2004ê de ku, roja yekê a cejna Qurbanê bû, terorîstan baregayê liqa du a Partiya Demokrata Kurdistanê û baregayê melbendê sê yê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê kire armanca xwe dû di kiryareke terorîstî a xwkujî de bo ser her du baregayan hjmareke têkoşer, xebatkarên siyasî, kadiro û pêşmergeyên her du partiyan şehîd bûn û roja cejnê li xelkê Hewlêrê û Kurdistanê kir roja şînê û taziyê.
Wezareta şehîd û enfalkiriyan di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje:
– Di wê kiryara terorîstî de ziyaneke mezin gihişte bizava rizgarîxaza niştimanî û netewî ku hêşta şûnwarên wê diyarin û cîyê şehîdan diyar û valaye, lê karwanê xebata niştimanî û netewî nerawestiyaye û berdewam e û xwîna şehîdên yekê sibatê bû hêvênê yekrêzîya gelê me ji bona zêdetir çespandina biratî, aştî û îstîqrarê ku îro bi xêra wîna şehîdan herêma Kurdistanê roj bo rojê berev pêş diçe û geştir dibe û herêma Kurdistanê di warê avadankirin û lêbihurîna netewî û olî de ji bo Îraqa federe û deverê bûye weke mînakekê ku dostên me şanaziyê bi destketiyên me dikin.