Polîtîk

kongreya bdp-ê destpê kir

Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) îro kongreya xwe ya yekem pêktîne. Di kongreyê de nêzik 200 mêvanên biyanî beşdarin. Di hola kongreyê de ala Tirkiye û ala BDP hate dalikandin. Di destpêka kongreyê de navêm serok şeradariyên hatin girtin hate xwendin.

Ji berî kongre dest pê bike serokê giştî û koma îdara partiyê hatiye kifşkirin. Li gora agahdariyan serokê giştî yê BDP dibe Selahattin Demirtaş. Li gora destûra partiyên siyasî divê serokê partiyê hebe, lê BDP di pratikê de bi du hevserokan kar dike. Wek hevserok  ihtimalek mezin dê Gültan Kışanak bête hilbijartin.

Back to top button